Meclîsa Şengalê ya Dîasporayê piştî hevdîtina bi Koma Sosyalîst û Demokratan a li Parlamenta Ewropayê (PE) ragihand, ku wê li PE Koma Dostaniya Şengal-Êzidî ava bibe.
Rêveberên Meclîsa Şengalê ya Dîasporayê, ku piştî agahî ji Ocalan wergirtin dawî li greva birçîbûnê ya li bajarê Strasboûrg ê Fransayê anîn, hevdîtinên xwe yên li Parlamenta Ewropayê didomînin. Li dû hevdîtina bi Koma Sosyalîst û Demokratan a PE, hat ragihandin ku wê Koma Dostaniya Şengal-Êzîdî li Parlamentoya Ewrûpayê were damezirandin.
Heyeta ji rêveberên Meclîsa Şengalê ya Dîasporayê Fîkret Îgrek, Peşîmam Ekrem Denîz, Bozo Bacinî, Bedîrhan Kahraman û Beşîr Êzidî, bi Alîkarê Serokê Koma Sosyalîst û Demokratan a PE Josef Weîdenholzer re hevdîtin pêk anîn.
Statuya Şengalê
Di vê hevdîtinê de li ser greva birçîbûnê ku li dijî tecrîda li ser Ocalan û ji bo naskirina statuya Şengalê di navbera 23’ê Tebaxê û 13’ê Îlonê de hat lidarxistin, agahî hat dayîn. Rêveberên Meclîsê daxwazên rewa yên gelê Kurd bi taybetî civaka Êzîdî dubare kirin û xwestin statuya Şengalê bê naskirin, YBŞ û YJŞ weke hêza parastinê bên qebûlkirin û pêşî li vegera li axa xwe ya bi deh hezaran Êzîdiyên penaber bê vekirin.
Li ser avabûna wê li hev kirine
Alîkarê Serokê Koma Sosyalîst û Demokratan Josef Weîdenholzer jî da xuyakirin, ku gelek partiyên li Parlamenta Ewrûpayê li ser avabûna Koma Dostaniya Êzîdî li hev kirine. Weîdenholzer diyar kir, parlamenterên Parlamenta Ewrûpayê wê Koma Dostaniyê di 12’ê Cotmehê de bi rengekî fermî ragihînin.
Ji Şengalê jî 2 rêveber tevlî bibe
Tê payîn ku ji bo merasîma ragihandina Koma Dostaniya Êzidî, 10 kes ji rêveberiya Meclîsa Şengalê ya Dîasporayê û herî kêm 2 rêveberên Meclîsa Damezrîner a Şengalê bên vexwendin. Weîdenholzer ragihand, xebatên wan ên ji bo vexwendina rêveberên ji Şengalê bên anîn, dewam dikin.
Daxwaza wan rewa dibînin
Her wiha Josef Weîdenholzer destnîşan kir, ku ew daxwaza naskirina statuya Şengalê rewa dibînin û soz da ku xebatên wan ên ji bo naskirina vê daxwazê wê bidomin. Weîdenholzer da zanîn, endamên Parlamenta Ewrûpayê li ser statu û rewşa Şengalê raporekê amade dikin û diyar kir, ev rapor wê di dawiya salê de amade be.
BEDRAN DENÎZ / STRASBOÛRG