Pêngava heşînkirina Şengalê bi çandina şitlên daran dewam dike. Li Şengalê di 28’ê Nîsanê de ji aliyê Komîteya Aborî ya Meclîsa Xweseriya Demokratîk a Şengalê ve pêngava şînkirina Şengalê bi navê ‘Xêra Mam Zekî Şengalî’ hatibû destpêkirin. Di vê çarçoveyê de doh li ser rêya sereke bajarokê Xanesorê ji aliyê welatiyan û saziyên Şengalê ve 275 şitlên daran ji bo bibîranîna Endamê Koordînasyona Civaka Êzîdî Zekî Şengalî hatin çandin.
Rêveberê Şaredariyê Gel a Xanesorê Celal Meto der barê mijarê de got, “Li ser daxwaza gel ji bo xêra Mam Zekî Şengalî li ser rêya bajarokê Xanesorê hatin çandin. Armanca me ya çandina van daran, xemilandina Şengalê ye û em dixwazin Şengal weke berê lê were.”
Welatiyên beşdarî pêngavê jî bûne, diyar kir ku ew bi saya şehîdan îro li ser xaka xwe dijîn.Hewiha Sibê jî li cihê ku Endamê kordînasyona Civaka Êzîdî Zekî Şengalî şehîd bûyî baxçeyek bi navê ‘Zekî Şengalî’ were çêkirin.
ROJNEWS/ŞENGAL