Yekîneyên Parastina Gel YPG di 26 Kanûnê de li herêma Til Hemîs ku dikeve rojhilatê başûrê bajarê Qamişlo operasyonek da destpêkirin. Li ser armanca operasyonê, Til Hemîs herêmek çewaye, gelê herêmê çi dixwaze, komên çeteyên DAIŞ herêma Til Hemîs çewa birkartînin Endamê Meclîsa Leşkerî ya YPG’ê Hesen Qamişlo agahî dan. Qamîşlo dazanîn ku wan li ser daxwaza gelên herêmê hamleya rizgarkirina herêma Til Hemîs dane destpêkirine.


Gel xwest em hatin

Qamişlo wiha got; “Gelek şêxên erebên Til Hemîs ev demeke zext li ser me dikirin ku, emê wan komên çeteyên DAIŞ’ê ji herêmê derxin. Gelek rûsipiyên eşîrên Benîsaba, Cewala, Şemer, Şerabî hatin li gel me ku, em wek YPG’ê alîkariya wan bikin û herêmê ewle bikin. Ji bo em herêma Cizîrê dixin nava ewlehiyên dibû ku em ew daxwaza gel bicih bînin.”


Li Til Hemîs sivîl nemabûn
Hesen Qamîşlo destnîşankir ku komên çete herêma Til Hemîs wek navendek aramiya herêma Cizîrê xerab dikirin û wiha got: “Herêmê Til Hemîs ev demek ji bo komên çeteyên DAIŞ/Eniya El Nusra û komikên bi wan giridayî bûye navendek. Piştî wan koman li vê herêmê bi cih bûn, ji ber zilma wan koman ji sedî 80’ê koçerbûne û bajarokê Til Hemîs jî bi temamî ji sivîlan hatiye vala kirin. Bi dehan gelên herêmê qetilkirine, rêya gel qut dikirin, şêniyên herêmê direvandin, îşkence dikirin. Du navendê wan koman hebû yek Til Koçer bû, piştî Til Koçer hate rizgar kirin, wan komên DAIŞ/Eniya  El Nusra xwe li vê herêmê tevger kiribûn. Heta niha ev teqînên li herêma Cizîrê çê dibûn, çavkaniya xwe ji vir digirt.”

Gelê herêmê li gel me ye

Endamê Meclisa Leşkerî ya YPG’ê Hesen Qamişlo da zanîn gelên herêmê li gel wan li dijî komên şer dikin û wiha dirêjî da axavtina xwe “Ez dikarim bêjim li herêmê ji her malbatî yek yan du kes ji aliyê wan koman ve hatiye serjikirin. Ji vê herêmê ji pêkhateya Ereb bi hejmarek zêde resmî dibin endamê YPG’ê û li gel wê jî gelek kes wek alîkarî niha di eniyên şer de, şer dikin. Gelê Til Hemîs bi jin û zilamê xwe beşdarî YPG’ê bûn û tabûra Şehîd Kemal Îsa El-Ebdela hat avakirin û niha di rizgarkirina Til Hemîs de rolek girîng dibînin. Niha pêşwaziyek germ heye ji bo hêzên me dikin, ew me geşbîn dike, lê em dema li çîrokê wan guhdarî dikin, em gelek xemgîn dibin. Gelê herêmê li benda rizgar kirinê bûn.”

Herêmek fireh rizgar bû
Qamişlo da zanîn wan heta niha herêmek bi direj 60 km û bi firehbûna 55 km ku di nav de bi dehan gund û bajaroka Til Berek ji komên çeteyan rizgar kirine û wiha got  “Herêma Til Hemîs herêmek pir firehe û gelek gund hene lê, gelê herêmê bi me re û di her alî de alîkariya me dikin. Çiqasa zehmetiyê wê hebe jî, em dema alîkariya gelê herêmê dibînîn, ew zahmetiyan li ber çavê me nayê.”

Çete bi cîh bûbûn
Qamişlo anî ziman ku tenê navendên komên çeteyan li vir hebûn û wan koman wî bajarokî wek sanayiyek teqemeniyan bi kar dianîn. Qamişlo wiha got; li Til Hemîs kesên xwe di teqînin tên amadekirin, maşinên teqemeniyê tên amadekirin û Til Hemîs ji aliyên komên çeteyan ji bo wê tê bikaranîn.” Qamişlo di dawî axaftina xwe de diyar kir ku wê rizgar kirina Til Hemîs jiyana hevbeş ya gelan xurt bike.


AZIZ KOYLUOGLÛ/QAMIŞLO