Koordînasyona Komalên Ciwan, ciwanên beşdarî ‘Pêngava Serî Hilde’ bûyî, silav kirin; ev pêngav ji sihet û ewlehiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi rê ve diçe.  

Koordînasyonê di daxuyaniya xwe ya nivîskî de got, “Di çarçoveya pêngava ‘Serî Hilde’ de ji Kerkûkê heta Şehbayê, ji Efrînê heta Pêncwênê, ji Minbicê heta Elmanyayê ciwan li meydanan bûn. Niha jî li Rojava û Bakurê Sûriyeyê ji sê milan ve meşeke dirêj bi rê ve dibin. Her meşaleyeke ciwanên di vê meşê de, tarîtiyê ronî dike. Di çarçoveya vê pêngavê de bi dehan ciwan beşdarî nav refên gerîlayan bûne."


‘Beşdarî wê radîkal û xurt bibe’

Komalên Ciwan da zanîn ku li Bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê di çarçoveya pêngavê de çalakî hatine lidarxistin, li Amed, Erxenî, Wan, Izmîr, Bûca, Manîsa, Mûgla, Antalya, Bûrsa û Stenbolê wesayîtên dewleta Tirk û fabrîkeyên organîze sanayî yên ku parçeyekî ekonomiya şer in jî hatine şewitandin û wiha dewam kir: "Dîsa bi heman awayî ciwanên Kurd li Başûrê Kurdistanê li her bajar û navçeyê çalakî li dar xistine û doza azadiya Rêber Apo kirin. Ciwanan qereqolên Tirkiyeyê yên li Başûr protesto kirin û diyar kirin ku ev dagirkerî ye. Dîsa di nava vê mehê de du komên cihê beşdarî nav refên gerîlayan bûn."

Koordînasyona Komalên Ciwan îşaret bi çalakiyên ciwanan ên li Ewrûpa û Rûsyayê jî kir û got, li van deveran jî "ciwanên Kurd bi awayekî girseyî çalakî li dar xistin û divê ji niha û şûn ve jî bi awayekî çalak û xurt beşdarî vê pêngavê bibin."


Beşdariya ciwanan hemûyan wê encamgir be

Di dawiya daxuyaniyê de Koordînasyonê got, “Bi giştî çalakiyên li Bakur, Başûr, Mexmûr, Rojava û derveyî welat baş derbas bûne. Bi vê wesîleyê em hemû ciwanan silav dikin. Dîsa em ciwanên li Rojava û Bakurê Sûriyeyê yên ku meşeke dirêj li dar dixin, bi taybetî silav dikin.

Ji bo ku pêngava Serî hilde ji Rêber Apo re bibe bersiv û pêşengiyê ji gelê me re bike, divê hemû ciwan beşdarî vê pêngavê bibin.” 


NAVENDA NÛÇEYAN