
Navenda Çapemeniyê ya YPG’ê encamên operasyona li Serêkaniyê bi daxuyaniyek nivîskî eşkere kir. Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku “Operasyona Şoreşgerî Dilsoziya bi Şehîdên Serêkaniyê re” 5 Mijdarê saet di 17.00’an de bidawî bûye. Di daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku hêzên YPG’ê di operasyonê de herêmên başûr û rojava yên Serêkaniyê ji çeteyan rizgar kirine û navendên ku çeteyan wekî cihên stratejîk bikar di anîn ên wekî bajaroka Til Xelef û gundê Ezîziyê bidest xistine. Di daxuyaniyê de hate gotin ku di encama operasyonê de komên çete hemû ji herêmê hatine derxistin, her wiha riya Serêkaniyê-Til Temir û Serêkaniyê-Hesekê ji çeteyan hatine paqijkirin.
Di berdawama daxuyaniyê de hate gotin ku gelek gund û navend jî hatine rizgarkirin û ev gund û navend wiha hatin rêzkirin: “Gundên Duwêra, Mescid, Baluca, Dirêî, Xirbêt El Benet, Qisêr, Meqtele, Ebu Ceradî, Ebu Sun, El Xalidiyê, Til Erqem, Tiwêmiyê, Mitînî, El Muqeren, Um Ezan, Şerke, Berem, Ezîziyê, Um El-Esafîr, bajarokên Til Xelef û Menacîr, depoyên genim ên li Til Xelef, navenda leşkerî ya Ezîziyê û gelek navendên li derdorê.”
Di daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku di operasyonê de ji bilî rizgarkirina navendan gelek çek, wesayît, cebilxane û madeyên lojîstikê jî hatine desteserkirin.
Di dawiya daxuyaniyê de bal hat kişandin ku hêzên YPG’ê di operasyonê de windahî nedane û hate gotin ku dê operasyona şoreşgerî dê bi pêngavên nû berdewam bikin.
Gundê Mixêbiş hate rizgakirin
Çalakiyên YPG doh jî dewam kirin. Gundê Mixêbiş ê 4 km dikeve rojavayê bajarê Til Temir doh saet di 15.00’an de di navbera hêzên YPG’ê û komên çete yên DAIŞ’ê de şer derket. Şer nêzî nîv saetê dom kir û di encamê de gund ji çeteyan hate rizgarkirin. Piştî ku komên çete ji gund hatin derxistin, şêniyên gund rizgarkirina gund pîroz kir.
Li herêma Efrînê şer
Li herêma Efrînê jî komên çete darbe xwarin. Li gorî agahiyên ji çavkaniyên YPG’ê hatine girtin, pêr danê êvarê komên girêdayî DAIŞ’ê êrîşî noqteyên YPG’ê yên li gundên Meerîn, Yazîbax û Qestel Cindo kirin. Li ser vê yekê hêzên YPG’ê bersiv dan û şer rû da. Di encama şer û pevçûnan de li derdora gundê Qestel Cindo 31, li gundê Yazibax 5 û Meerîn jî 3 endamên çeteyan hatine kuştin.
Li Girê Sipî çalakiyên YPG’ê
Hêzên YPG’ê li gundên Susikê, Bîrkino û Miluh El-Qemer ên girêdayî bajaroka Girê Sipî li dijî komên çete bi navê “Tolhildana Şehîd Şervan” çalakiyek li dar xist. Li gorî agahiyên hatine bidestxistin, hêzên YPG’ê navendên çeteyan ên li van gundan kirin hedef. Derbarê şer de agahiyên zelal nehatin bidestxistin.
ANHA/SERÊKANIYÊ
Rejîma Baas taxek bi dest xist
Rejîma Baas´ê li Helebê taxeke ku di bin kontrola Artêşa Azad de bû bi dest xist.
Li bajarê Helebê ku ev demeke di navbera hêzên rejîma Baasê Artêşa Azad û DAIŞ’ê de şer heye, her hêzek ji nakokiyên yên din feyde digire. Hêzên rejîmê di rewşek wiha de taxa Xalidiyê bidest xist.
Çavkaniyên herêmê ragihadin ku piştî şerê dijwar yê di navbera hêzên rejîmê û Artêza Azad de hêzên rejîmê ketin taxa Xalidiyê. Hate gotin ku hêzên rejîmê gihîştine çerxerêyên Nexweşxaneya Şîhan û Lêremûn ên dikevin rojavayê taxa Eşrefiyê.
Li aliyê din hate destnîşankirin ku di navbera Artêşa Azad û DAIŞ’ê de jî li herêma Qestêlo ya dikeve bakûrê Eşrefiyê şer heye. Çavkaniyan anîn ziman ku rejîmê ji vî şerî feyde girt û taxa Xalidiyê bidest xistiye.
Hate ragihandin ku li taxa Raşidîn ku wekî cihekî stratejîk tê zanîn û di destê Artêşa Azad de jî, di navbera Artêşa Azad û rejîmê de şer heye. Tê gotin ku hêzên rejîmê çekên giran û balefiran jî bikar tîne. Hat diyarkirin ku hêzên rejîmê li taxên Meyselun û El Meydan ên Helebê jî hêza xwe xurt dike.
Li aliyê din hate gotin ku li Minbicê jî di navbera DAIŞ’ê û tabûra 16’an a girêdayî Meclîsa Leşkerî ya Artêşa Azad de şer derketiye. Hate gotin ku şer li ser pira Qerakozak derketiye bi hinceta ku DAIŞ li endamên tugaya El Heremeyn digire, derketiye.
Her wiha li bajaroka Til Eran ku ev 2 hefteye di navbera hêzên rejîmê û komên çekdar de şer heye û herêm tê bombebarankirin, gelek welatiyên kurd û ereb koç kiriye. Hate ragihandin ku hêzên rejîmê beşek bajarokê bidest xistiye û şer didome.