Navenda Çapemeniya YPG’ê diyar kir ku li Kantonên Cizîr û Kobanê operasyonên li dijî çeteyên DAIŞ’ê didomin û li Kobanê 4 gund hatine rizgarkirin. Navendê destnîşan kir ku çete li hemberî operasyonê sivîlan wekî mertal bikar tîne û 30 welatî ji destê çeteyan hatine xilaskirin.

Navenda Çapemeniya YPG’ê derbarê operasyonên li Cizîr û Kobanê de daxuyaniyek weşand. Di daxuyaniyê de derbarê pevçûnên li herêma Cizîrê de wiha hate gotin: “Hemleya Fermandar Rûbar Qamişlo ya ku bi armanca rizgarkirina gund û bejahiya rojavayê Kantona Cizîrê hatibû destpêkirin di roja xwe ya 19’an de bi serkeftî berdewam dike.

Operasyonên hêzên me yên li hemberî çeteyên DAIŞ’ê, li başûr rojavayê Serêkaniyê berdewam dikin. Şeva berê hêzên me bi operasyonekî 2 gundên li vê herêmê ji çeteyan rizgarkiri bûn. Çeteyên DAIŞ’ê yên ku li hemberî pêşketina hêzên me nikarin xwe bigirin, li vê qadê gelê sivîl ji bo xwe wekî mertal bi kart tînin.

Hêzên me 30 sivîl ku çeteyan wekî mertal bi kar dianîn ji qadê dûr xistin. Lê komên çeteyan ku tu pîvanên exlaqî naparezin, li vê qadê maşînekî tijî teqemenî di nava gelê me yê sivîl de teqandin. Di encama vê teqandinê de 2 rêhevalên me û gelê me yê sivîl ku hejmare wan nehatiye zelalkirin hatin şehîdxistin. Operasyonên hêzên me yên li vê qadê berdewam dikin.”


Li Kobanê 4 gund hatine rizgarkirin

Di berdewama daxuyaniyê de derbarê operasyonên li Kobanê de jî ev agahî hatin dayîn: “Berxwedana bi armanca ku çeteyên DAIŞ’ê ji Kobanê bi temamî paqij bikin tê meşandin, di roja xwe ya 252’yan de berdewam dike. Hêzên me şevê din li rojhilatê Kobanê li qadên di bin dagirkiriya çeteyan de operasyonek nû lidar xistin. Di encama vê operasyonê de gundên bi navê Demircikê mezin û biçûk, Mizxanê ya biçûk û Kerquling ji çeteyan paqij kirin. Hêzên me di van gundan de maşînekî teqemenî barkirî ya ku çeteyan dixwestin bi armanca êrîşê bikar bînin, desteser kiriye. Hejmara kuştî û birîndarên çeteyan a di vê operasyonê de nehatiye zelalkirin.”  


 QAMIŞLO/KOBANÊ