“Weşangerên Kurdî li gorî rewşa nû divê xwe ji nûve dîzayn bikin. Li hinek cihên dinyayê, hinek weşanger li gorî vê serdema teknolojiyê tevdigerin. Li gorî vê serdemê pirtûkên dijîtal û bi deng tên derxistin. Divê weşangeriyên Kurd xwe di vê serdemê de jî bi pêş bixin.”

Weşanxaneya J&J li Bakurê Kurdistanê çalak e û bi pirranî pirtûkên ku çap dikin jî, bi Kurdî ne. Xwediyê Weşanxaneya J&J qala weşangeriya bi Kurdî û zext û zorên li ser zimanê Kurdî kir.

Azad Zal îşaret bi pêwîstiya pêngaveke nû ji bo weşangeriya Kurdî dike û wiha dipeyive: “Di vê serdema girîng û krîtîk de pêngavek nû ji bo weşangeriya Kurdî divê. Ne tenê weşangeriya Kurdî, weşangeriya miletên din jî di vê tehlûkeyê de ye. Li aliyekî zextên li ser ziman û li aliyê din jî bipêşketina teknolojiyê, weşangeriya Kurdî dixe xeterê. Weşangeriya niha em tê de ne bi kaxez e, lê her ku diçe tekonolojî bi pêş dikeve û civak ji kaxezê dûr dikeve. Li her derê teknolojî belav bûye û civak teknolojiyê bi kar tîne, êdî pirtûk, rojname û kovarên tên çapkirin, nayên xwendin. Civak ji kompûter, tablet û telefonê pirtûk û rojnameyan dixwîne. Divê hemû Weşangeriyên Kurdî li gorî vê rewşê xwe ji nûve dîzayn bikin. Li hinek cihên dinyayê, hinek weşanger li gorî vê serdema tekonolojiyê tevdigerin. Li gorî vê serdemê pirtûkên dijîtal û bi deng tên derxistin. Divê weşangerên Kurd xwe di vê serdemê de jî bi pêş bixe.”

Naxwaze weşangeriya Kurdî bi pêş bikeve

Her wiha li gel bipêşketîna teknolojiyê û kêmbûna kaxezê, ew îşaret bi zextên dewleta Tirk jî dike û li ser vê yekê jî dibêje, “Li Tirkiyeyê zextên dijwar li ser weşangeriyê hene. Li aliyekê zextên dewletê yên ku naxwaze weşangeriya Kurdî bi pêş bikeve, li aliyê din rewşa siyasî ya Kurdan. Dewlet gelek astengiyên cuda li ser weşangeriyê dike. Gelek berhemên Kurdî ji aliyê hikûmetê ve hatine qedexekirin û gelek sazî û dezgeyên Kurdî jî hatine girtin. Her wiha qedexeyên li ser belavkariyê jî di asta jor de ye û di aliyê aboriyê de jî dixwazin pêşiya weşangeriya Kurdî bê girtin. Em weke weşangeriyên Kurdî dixwazin li tevahiya Kurdistan, Tirkiye û dinyayê pirtûkên xwe belav bikin. Lê mixabin em rastî qedexe û astengiyan tên. Dezgehên belavkeriyê yên Tirkiyeyê bi hinceta êrişên nîjadperestî, pirtûkên Kurdî nastînin. Sedema vê jî zextên dewletê yên li ser civakê ne. Em jî bi hêza xwe li cihên ku dikarin xwe bigihîninê, pirtûkên xwe belav dikin.”

Bi ser de jî krîza aborî

Zal ji xeynî wan her du xisûsên behsa wan kirî, amaje bi krîza ekonomîk a li Tirkiyeyê û tesîra vê krîzê li ser weşangeran jî dike û wiha qise dike: “Demeke dirêj e li Tirkiyeyê krîzek aboriyê û siyasî heye û krîz bandorê li her kesî dike. Divê dema dawî de bandora herî zêde jî li weşangeriya Kurdî kir. Buhayê kaxezê bilind bû û weşanger nikarin pirtûkan çap bikin. Ji ber zextên heyî û krîza aboriyê weşangeriya Kurdî bi paş ve çûye. Di aliyê çapkirin û balavkirinê de weşangerî di rojên gelek teng û dijwar de ye. Li Tirkiyeyê belavkerî gelek kêm bûye û tenê niha weşanger xwe li fuaran nîşan dide, ew jî gelek kêm e û mesrefa wê zêde ye. Krîza aboriyê belayeke mezin aniye serê civakê. Êdî hatiye asta ku mirov nikare pirtûkekê bikire û bixwîne. Li welat jiyan û aborî di xeteriyek mezin de ye. Civak ketiye derdê zik têr kirinê.”

Lê xwendevanên Kurdî jî zêde dibin

Lê li gel ewqas tiştên neerênî Zal behsa xaleke erênî jî dike, ew jî zêdebûna xwendevanên Kurdî ye. Weşanger Azad Zal dibêje, xwendeyên bi Kurdî dixwînin roj bi roj zêde dibin û ew jî cihê şanaziyê ye û wiha dawî li axaftina xwe tîne:”Em weke weşanger xwe li gorî xwîneran pilansaz dikin. Xwînerek li kû derê hebe em ê xwe bigihînin xwîner. Xwînerên biwazin hiş û fikrên xwe bi xwendinê xwedî bike em li gel wanin û heta dawiyê em ê bi wan re bibin alîkar. Ji bo xwînerên xwe em hewldidin pirtûkên baş û hêja derxin. Her çiqas em dixwazin xwe pêş bixin lê ji ber krîza aboriyê derbe li me xwariye em kêm dimînin. Ez dikarim bibêjim hemû Weşangeriyên Kurdî ketine asta krîtîk. Hinek rawestiyan û hinek weşangeriyan jî dest ji kar berdan.”

 

ANF/AMED