BERHEM LATÎF / ROJNEWS/SILÊMANÎ
Di 30’ê Îlona 2018’an de hilbijartinên Parlamentoya Herêma Kurdistanê pêk hatin. Li gorî yasayê piştî raginadina encamên hilbijartinan, partiyên siyasî ji bo avakirina hikûmeteke nû zend û bendên xwe vedidin.
Li gorî rêjeya kursiyên parlamentoyê, ji bo partiyek bi tena serê xwe bibe hikûmet, divê herî hindik 56 parlementerên wê hebin. Lê bi herhalî divê destûa parlementoyê jî bigire. Ger hejmarên partlementerên partiyekî têrî avakirina hikûmetê neke, vî çaxê divê koalîsyon çêbibe.
Li gorî madeya 10 a yasaya serokatiya herêmê, 10 roj piştî pejirandina encamên dawî, divê serokê herêmê bang li parlamentoyê bike ku ji bo hikûmeta nû ya herêmê bicive. Lê piştî ku Mesûd Barzanî xwe ji serokatiya herêmê vekêşa, di 29’ê Îlona 2017’an de desthilatiya serokatiya herêmê li ser parlamento, hikûmet û desteya dadweriyê hat belavkirin.
Li gorî heman madeya 10’ê, ger ji aliyê serokatiya herêmê yan desteya dadweriyê ve ji bo yekemîn civîna parlamentoyê bang nehat kirin, parlamento dikare roja dawî ya dema hatî diyarkirin de civîna parlamentoyê pêk bîne.
Divê ji sedî 51 dengên parlamentoyê bidest bixe
Di rûniştina yekem a parlamentoyê de parlamenterê herî bi emr serokatiya parlamentoyê dike. Di vê rûniştinê de Desteya serokatiya parlamentoyê tê hilbijartin. Piştî ku hat hilbijartin kesê herî bi emr erkê xwe berdide û dide desteya serokatiyê.
Di civîna duyem a parlamentoyê de navên namzetan ji bo pêkanîna kabîneya nû ya hikûmetê tên wergirtin. Her namzetek ku zêdetirî dengan bi destxist, parlamento li gorî madeya 56 a yasaya hilbijartinê, wî kesî dike serokwezîr. Piştî wê ji aliyê desteya dadweriyê ve erkê pêkanîna hikûmetê tê dayîn. Ne şert e heman kes ji hizbek ku zêdetirî kursiyan di parlamentoyê de hebe, lê divê ew kes ji sedî 51 dengên parlamentoyê bidest bixe.
Divê di nava 30 rojan de kabîneya hikûmetê ava bike
Piştî ku erkê pêkanîna hikûmetê hat dayîn, divê di nava 30 rojan de kabîneya hikûmetê ava bike. Ger hêzek di parlamentoyê de xwedî zêdetirî kursiyan be, ew hêz dikare bi xwe jî hikûmetê pêk bîne. Lê ger ti hêzek ne xwedî vê rêjeyê be, wê demê hêz dikevin nava lihevkirin û danûstandinan de. Hizbên siyasî yên di nava parlamentoyê de dikevin danûstandinan û digihijin lihevkirinekê. Dema hizib li hev hatin êdî li ser erkan jî gorî tê xwestin parvekirinê çêdikin. Yanî pêngavên yasayî jî li gorî encama lihevkirinên siyasî wê pêk were.
Ger nehat avakirin
Ger di nava 30 rojan de hikûmet nehat avakirin, divê bernameya kabîneyê biçe parlamentoyê û parlamento jî dengê xwe li ser bide û bi pejirîne. Lê ger parlamento jî vê yekê nepejirand û ew kesê hatî erkdarkirin nekarî hikûmetê ava bike, wê demê parlamento ji bo avakirina hikûmetê kesekê din erkdar dike.
Encamên fermî ji sedî 85’ê
Komîsyona Bilind a Serbixwe ya Hilbijartin û Rapirsiyê ya Herêma Kurdistanê ji sedî 85 encamên fermî yên hilbijartina 30’ê Îlonê ya Parlamentoya Herêma Kurdistanê pêr eşkere kir. Li gorî encamê PDK di rêza yekem de ye û YNK ji di rêya duyemîn de ye. Lê hejmara kursiyên parlamentean nehatiye diyarkirin.
Ji sedî 85’ê dengan, dengên partiyan girtîn wiha ye;
Partiyên siyasî
- Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK): 595 hezar û 592 deng
- Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK): 287 hezar û 575 deng
- Tevgera Goran: 164 hezar û 336 deng
- Tevgera Nifşê Nû: 113 hezar û 297 deng
- Komela Îslamî ya Kurdistanê: 94 hezar û 992 deng
- Hevpeymaniya Ber bi Îslah: 69 hezar û 477
- Hevpeymaniya Serdem: 13 hezar û 807 deng
- Partiya Parêzgeranî Kurditan 3 hezar û 28 deng
- Azadî: 7 hezar û 69 deng
- Hevpeymana Ji bo Demokrasî û Dadperwerî: 6 hezar û 886 deng
Kota
- Lîsteya Tirkmenî Demokratîn: 628 deng
- Partiya Geşepêdan a Tirkmenî: 2 hezar 637 deng
- Lîsteya Mîlet: 526 deng
- Hevpeymaniya Tirkmenên Hewlêrê: 605 deng
- Bijûtneteweyî Birûskeya Tirkmenî: 695 deng
- Partiya Çaksazî ya Tirkmenî: 2 hezar 464 deng
- Lîsteya Tirkmenî ya Hewlêrê: 561 deng
- Lîsteya Bereya Tirkmen: Hezar û 332 deng
Di dawiya daxuyaniyê de Berdevkê Komîsyona Bilind a Serbixwe ya Hilbijartin û Rapirsiyê ya Herêma Kurdistanê Şêrwan Zirar eşkere ku li ser encamên hilbijartinê hezar û 45 îtîraz hatine kirin, piştî lêkolînê wê encamên dawiyê werin eşkere kirin.
HEWLÊR / ROJNEWS