Çavkaniyên ji Wezareta Parastinê ya Emerîkayê, eşkere kir ku Pentagonê hejmareke din hêzên xwe şandiye Sûriyê ji bo ku şert û mercên vekişîna ji Sûriyê amade bikin. Li gorî heman çavkaniyê, tê gotin ku ev hêz bêyî ku balê bikişîne ser operasyona vekişînê, wê li gelek cihên Sûriyê bê belavkirin. Sedema vê veşartinê ewlekarî ye. Her wiha hat destnîşankirin ku DAIŞ, hêzên rejîmê û komên girêdayî Îranê wek tehdît tên dîtin.
Hêjayî bibîrxistinê ye ku ev agahî piştî êrişa DAIŞ’ê girtî ser xwe ya li Minbicê, ku 4 eskerên Emerîkî tê de jiyana xwe ji dest da, hat belavkirin.
NAVENDA NÛÇEYAN