Jinên rojnamevan diyar kirin ku ew ê Nûjiyan Erhan a ku li Xanesorê di encama êrîşa PDK’ê de jiyana xwe ji dest dayî ji bîr nekin û gotin: “Çawa ku pênûsa Denîz Firat li Erdê nema, pênûsa Nûjiyan jî wê li erdê nemîne. Em ê nivîsandina rastiyan dewam bikin.”
Rojnamevan Nûjiyan Erhan (Tuba Akyilmaz) a di encama birînên ji ber êrîşa PDK’ê ya 3’ê Adarê de jiyana xwe ji dest dayî, pêr li Şengalê hat definkirin. Nûjiyan a ku du salan li Şengalê rojnamevanî kir û dengê gelê Êzîdî, jinên Êzîdî ragihand cihanê, li aliyekî din jî polîtîkayên qirêj ên PDK’ê jî deşîfre dikirin. Jinên rojnamevan nerazîbûna xwe îfade kir û got, Nûjiyan bi zanebûn hedef hatiye girtin, ew ê pênûsa wê li erdê nehêlin û nivîsandina rastiyan bidomînin.

‘Em ê dest ji nivîsandina rastiyan bernedin’

Nûçegîhana DÎHABER’ê Semra Turan got, êrîşa li dijî Nûjiyan bi zanebûn û bi plan hatiye kirin û wiha dewam kir: “Nûjiyan ji bo ku dîmenê êrîşa PDK’ê ya li dijî Şengalê bigire, li wê bû. Ji bo ku rastî dernekeve holê ew bi zanebûn kirin hedef. Em jinên rojnamevan ji cihê ku Nûjiyan lê hiştiye em ê bi pênûsa wê nivîsên wê dewam bikin. Dibe ku em bên kuştin û bi tundiyê re rûbirû bimînin, lê em ê dest ji nivîsandina rastiyan bernedin.”

Rojnamevan Hatîce Kamer jî got, ew ê bi xebata xwe, berxwedana Nûjiyan bidomînin û wiha peyivî: “Di medyayê de hebûna jinan girîng e. Tenê ji bo xwe nabêjim, eger hemû jinên rojnamevan karê xwe yê rast dikin, dewam bikin wê pênûsa rojnamevanên jin ên ku jiyana xwe ji dest dane, li erdê nemîne. ”

‘Ji bo rojnamevaniyê wêrekî divê’

Edîtora Kurdî ya 1 Haber Var, Gulîstan Korban jî got, li Tirkiye û li Rojhilata Navîn Rojnamegerî zahmet e, wêrekiyê dixwaze û di berdewamiya axaftina xwe de wiha got: “Dema ku Nûjiyan li Şengalê nûçe dişopandin bi pîrozî û zehmetiya karê xwe dizanî. Ew qasî pê dizanî ku jiyana xwe danî holê û li gel jinên Êzîdî cihê xwe girt. Çi dikin, bila bikin, heta jinên wêrek ên wekî Nûjiyan hebin, rastî wê derkevin holê. Em ê jî li ser şopa Nûjiyan bin û bi awayê bi biryar ji cihê ku Nûjiyan lê hiştiye, êm ê pênûsa wê bigirin û dewam bikin.”

Rojnamevan Esmer Tunç jî rojnamevan Gurbetellî Ersoz bi bîr xist û got, “Sala 2014’an li Mexmûrê çeteyên DAIŞ’ê rojnamevan Denîz Firat qetil kir. Nûjiyan jî ji bo ku dengê jinên Êzîdî yên bi êrîşa DAIŞ’ê re rûbirû man ji cîhanê re ragihîne çûbû Şengalê. Nêzî du salan li wê ma. Nûjiyan bû dengê gel. Nûjiyan sekna xwe ya bi biryar heta dawiya jiyana xwe dewam kir û heta ku jiyana xwe ji dest da jî kameraya wê di destê wê de bû. Em jinên rojnamevan em ê wê qet ji bîr nekin. Em ê rûyê wê yê bi ken, xebata wê ya bi rêk û pêk û dilgermiya wê qet ji bîr nekin.” 


 ŞÛJIN / AMED