Di komkujiyê de nivîskar û edîtorên Kovara Ciwanên Azad jî jiyana xwe ji dest da. Ciwanên sosyalîst ji bo derxistina hejmara meha tebaxê ya kovarê bang li her kesî kiribûn ku piştgiriyê bidin wan. Gelek nivîskar, akademisyen û rewşenbîr ji derxistina vê hejmarê ketin nav liv û tevgerê. Ev hejmara dawî ya bi xebateke kolektîf hat amadekirin derket. Hat ragihandin ku êv hejmar wê bi awayekî kolektîf were bleavkirin. Jêhatina kovarê ji bo dermankirina kesên di komkujiya Pirsûsê de birîndarbûne were xerckirin.




‘Hûn nikarin me bikujin, we em zindî kirin’


Di daxuyaniya ji hêla kovarê ve hat dayîn de hat gotin ku ev hejmara taybet bersiva „Hûn nikarin me bikujin, we me zindî kir“ da kujeran. Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku ev kovara bi xebateke hevpar hat amadekirin wê bi xebateke hevpar were belavkirin. 

Akademisyenên wekî Sibel Ozbudun, Sureyya Karacabey, H. Neşe Ozgen, Cansever Guner, Devrîm Taban, Feryal Saygiligîl, nivîskar û rojnamegerên wekî Karîn Karakaşli, Mukaddes Erdogdu Çelîk, Îrfan Aktan û Îsmaîl Saymaz, nivîskarê şanogeriyê û şanoger Ragıp Varol ji bo vê hejmarê nivîsandin. Her wiha nivîsên Seroka Giştî ya ESP’ê Sultan Ulusoy, endamê MYK’ê yê HDP’ê Alp Altinors, HEvseroka KCD’ê Selma Irmak û peyamên gelek rêxistinan di vê hejmarê de hatin weşandin. Dşi vê hejmarê de nêrînên şahidên komkujiyê û roportajên bi malbat û xizmên welatiyên jiyana xwe ji dest dane hatin weşandin. Hevpeyvîna Hevberdevkê HDK’ê Ertugrul Kurkçu û Sendîkaya Înşaat-Îşê û wêne û resîm jî di vê hejmarê de cihê xwe girtin.  


 DÎHA/STENBOL