
Baweriya kevnar a Mezopotamya nexasim ya Kurdistanê Zerdeştî piştî hezar salan li xaka Kurdistanê careke din şîn dibe. Li Başûrê Kurdistanê hin bawermend û rêberên ola Zerdeşt dixwazin perestgeheke fermî bi destûra Hikûmeta Herêma Kurdistanê damezirînin. Di halî hazir de hin mekanan weke perestgeh bi kar tînin lê ji aliyê hikûmeta Herêma Kurdistanê nayê naskirin. Di wan rojên dawî de hin rêberên Zerdeştiyê serî li Wezareta Karûbarên Olî dan da ku perestgehên Zerdeştiyan bi fermî bêne qebulkirin. Berpirsyarên Wezerata Karûbarên Olî dan zanîn ku li sr vê mijarê mijûl dibin û di siberojê de ji bo pêkanîna daxwaza Zerdeştiyan bernamyek amede bikin û bînin rojevê.
Ew jî pesen dikin
Rêveberê Pêwendî û Pêkvejiyanê di Wezareta Karûbarên Olî ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê Merwan Neqşebendî têkildarî mijarê ev agahî dane BasNewsê: “Zeredeştî li gorî yasaya jimareya 5’a sala 2015’an ku ji aliyê Parlemen, Encûmena Wezîrên Herêma Kurdsitanê û Serokatiya Herêmê hatiye pesend û imze kirin. Divê serperiştiya karên xwe bikin û perestegehên xwe vekin û niha nûnertiya wan jî di wezaretê de heye.”
Emê wan bi parêzin
Merwan Neqşebendî amaje bi wê yekê jî kir ku, niha Hikûmeta Herêma Kurdistanê bi ku bernameyekê ji bo rêpêdana vekirina perestgehên taybet bi Zerdeşiyan li Başûrê Kurdistanê amade dike. Her wiha da xuyand ku niha 8 ayinên cuda li Herêma Kurdistanê bi fermî têna nasîn ew jî ev in: Îslam, Xirîstiyan, Êzîdî, Cihû, Kakeyî, Zerdeştî, Behayî û Sabiee Mendayî.
Neqşebendî ji bo metirsî û talukeyên li ser baweriyan jî wiha rave kir: “Di dema ku ev ol û baweriyên cuda rastî gef û metirsiyê tên, em wek erkê xwe dibînin ku rê bi wan din ku xwe biparêzin û em jî wan biparêzin û ji wan olan jî ola Zerdeştî ye.”
Baweriya Zerdeştî
Mazdayasna, Behdîn an jî Zerdeştî navê dînê Ariyanê ku j aliyê Zerdeşt ve hatiye çêkirin. Di pêvejoya dîroka xwe ya hezar salane de, ola Zeredeştî, xwe yek kevnartirîn olên civakên cîhanê pêşkêş dike. Pirtûka vê ya pîroz Zend Avesta ye. Di baweriya Zerdeştî de, hin tişt weke mînak; evîn, paqijî-xasitî, bawerî û nefsbiçûkî bi rastî têra zagona tabîatê dike, her wiha kesayetiya mirovên baş pêşve dixe.
NAVENDA NÛÇEYAN