Aloziya herêmê dê bi domin
Herwiha Dr. Berhem Salih berxwedana Kobanê bi nirx zanî û got: “Şervanên kurd li kobanê bi taybet keçên me bûne mînaka keçên azad û qehreman li cihanê û kurd li hemû cihanê xwe diparêze, ne ji bo kesekî yan jî hêzên navdewletî, belkû kurd axa xwe diparêzin. Armanca DAIŞ’ê hemû mirovatî ye û em jî ji bo mirovatiyê şer dikin. Nakokî û pirsgirêkên Rojhilata Navîn bidawî nabin û ger DAIŞ jî xilas bibe wê kurê DAIŞ’ê were.” Dr. Berhem Salih derbarê dewleta kurdî de jî got: “Erkên me ji bo dema pêş mezine û divê em wan bicih bînin.
Dewleta Kurdistan xewn û xeyala me hemiyane, lê belê di rewşa heyî de em nikarin bibin dewlet. Hêj hêzên pêşmerge du beşin û hêjî rewşa aborî ji me re pirsgirêkan diafirîne.”
Berjewendiyên netewî girîn gin
Serokê berê ê hikumeta herêma başûrê Kurdistanê bi van gotinan dawî li axaftina xwe anî: “ Pêwîste em rastiyan bibînin ku Rojhilata Navîn diheje û navenda vê hejînê jî İraqe. Ger em peywendiyên xwe bi Bexdadê re têkuz bikin, baştire ji têklîkiyên di navbera Enqere û Tehranê de. Bêguman peywendiya bi wan re jî girînge, lê belê têkîliya bi Bexdadê re ji bo berjewendiyên me yên aborî, siyasî û ewlekarî baştir û girîngtire. Nabe ku lihevrakêşandinên biçûk bikeve pêşiya armancên netewî. Em dixwazin gelê me û hemû gelên li İraqê di nav aramî û aştiyê de bijîn.”
ROJNEWS/HEWLÊR