Îro roja têkoşîna li dijî şîddeta li ser jinê ye. Di dîroka nêz de, 1960’an her weke îro sê xwişkên têkoşer, li komara Domînîk ji aliyê leşkerên dîktator Rafael Trujîllo ve hatin girtin, tecawizkirin û kuştin. Dîktatoriya Trujîllo xwest kuştina Mîrabelan veşêre. Lê wisa nebû, li gel vê tevgera ku sê xwişkan di avakirina wê de cih girtibû Clandestine, di têkbirina dîktatoriyê de rolek girîng leyîst. 1961’an, piştî kuştina Mîrabelan bi salekê dîktatoriya faşîst têk çû. Piştî salan, 1999’an civata giştî ya Neteweyên Yekbûyî, roja qetilkirina Mîrabelan 25’ê Mijdarê weke roja cîhanî ya têkoşîna li dijî şîddeta li ser jinê ragihand.
Elbet 25’ê Mijdarê gelek girîng e, lê ne şîddetê bi wê rojê dest pê kir, ne jî bi dawî bû. Şîddet û destpêka wê, serpêhatiya herî dijwar û herî kevn a mirovahiyê ye. Eger em bêjin şerê yekem yê dîrokê, kuştina yekem a dîrokê, an jî hîn kûrtir serûbinbûna dîrokê bi şîddeta li ser jinan, destdirêjî û talana pergala jinê dest pê kiriye wê di cih de be.
Pergala mêr, pergala modernîteya kapîtalîst xwe li ser tinekirin û înkara pergala jinê ava kiriye. Ji bo ava bibe, pêşî diviyabû pergala jinê têk bibe, û ji bo vê serî li hemû rêyên şîddetê daye. Kes nizane, beriya 5 hezar sal, di qonaxa derbasbûnê de, çend jin, zarok û civak bûne qûrbaniyên şîddeta mêran....Lê em vê dizanin, destwerdana vê pergala mêr a şîdetê bi derew û kuştinê pêk hatiye. Derewa ji bo kuştina jinan, derewa pêşî...Ma ne derew jî qetla heqîqetê ye. Şêweyeke din yê şîddeta pergala mêr jî ew e;berovajîkirina heqîqetê...Lewma çend sedsal e li dijî jinan şerek bêeman yê civakî, çandî, aborî û siyasî heye. Vê pergala şîdetê, li her qadê, her kêliyê xwe za, xwe dizê..Bênavber, bêeman, yekane armanca vê şîddeta xwe dizê, jin e.
Temenê vê pergala şîddetê û têkoşîna jinan a bêeman heman e. Ji destdirêjî û derewa pêşî a mêr ve, jin li ber xwe didin. Sedsal, hezarsal, û serdemên tarî, şahidên têkoşîna jinên bênav in. Dibêjim bênav, ji ber dîroka nêr, têkoşîna jinan nedîtiye, nenivîsiye. Ji sedsala 19’an ve têkoşîna jinan a li dijî pergala mêr, xwe gihand astek din. Û di serê sedsala 21. de jî jinên Kurd li ser mîrateya têkoşîna jinên cîhanê, tevgera rêxistî ya jinan gihandin qonaxeke pêştir.
Di çaryeka pêşî ya sedsalê de hin bûyerên giring pêk hatin. Di serê sedsalê de kujeriya mêr, zilamtiya bêsînor weke DAIŞ xwe da der. Ev şêweyê şîddeta kor dijminahiya bêsînor li dijî jinan kir û dike. Di vê serdemê de jinên Kurd, bûn mertal li pêş vê hovîtiya pergala nêr. Ji Rojava bigirin heya Şengalê, pergala şîdetê, li mertalên jinên berxwedêr ket. Cîhanê jî dît, jinên li eniya berxwedanê lewma weke rûmeta mirovahiyê hatin dîtin. DAIŞ’ê derba herî giran ji jinan xwar û hîn jî dixwe. Yeqîn ev pergala şîddetê wê bi destê jinan têk biçe.
Erê ev şêweyê herî berbiçav yê şîddetê ye ku xwe bi şer û kaosê dide der. Lê di bin vî şerî de, jin di nava civakê de di dorpêça şîddetek pir zirav û tarî de ne. Şerê dijwar, şîddeta civakî gur dike. Di salên dawî de zêhniyeta DAIŞ weke awayê şîddeta civakî derdikeve pêşberî me. Jin û zarok bi rêbazên DAIŞ tên kuştin. Yanî bi kurtî şîddet xwe disipêre zêhniyeta pergala mêr. Çavkanî ew zêhniyeta mêr e ku bûye pergal. Û di her şanikê civakê de xwe bi cih kiriye. Lewma civak, mal, malbat, kar, kolan, pîşe û her qad ji bo jinan divê bibin qadên berxwedana li dijî pergalê. Şîddet encama pergala mêr e. Lewma berxwedana li dijî şîddetê eger ne di çerçoveya pergaleke rêxistî de be, wê çawa serkeftî be. Va ye serkeftina jinên Kurd ji vir tê. Pergala jina azad, têkoşer di her qadê de xwe rêxistin dike. Rêxistina jinên zana û têgehiştî, enceq dikare vê çembera şîddetê bişkîne.
Tiştek din heye ku divê mirov bi bîr bixe, ev pergala şîddetê, weke cinawirê ji deryayê dertê Levîathan êdî xwe jî dixwe. Ne civak, ne jin, ne jî cîhana me hew dikare vê pergala şîddetê zêde dike, rake. An dê ev pergal têk biçe, an dê xwe bixwe. Di her rewşê de, neçarî têkçûnê ye.