PERWER YAŞ / BERLİN
Şêrko Bêkes yek ji helbestvanên navdar ê gelê Kurd û cihanê bû. Helbestvanekî serdemê bû ku bi helbestên xwe xizmet ji bo huner û dîroka gelê Kurd kiriye.
Dengê Şoreşê li kurahiya Newala Balekiyan, li şikeftekê weşan dikir. Radyoya yekane dengê Başûrê Kurdistanê ya pêşmergeyan bû. Sala 1965’an, ciwanek dibêje ‘Lêre, cîgay Dengî Şoriş e’ helbestan dixwîne. Ew dengê li çiyayê Kurdistanê deng veda, 50 salan li Kurdistanê bû dengê şoreşê, dengê helbestê.
Şêrko Bêkes yê dibêje, ‘Helbest Tiliyên zarokan in, ji destê cehnema Kurditsan û Ruanda çi tê?’ beriya bi 5 salan wekî pêr (4´ê Tebaxê) li paytexta Swêdê Stockholmê jiyana xwe ji dest da. Wî li dûv xwe welatekî tijî helbest yê ku wî navê Şiiristanê lê kiriye, li pey xwe hişt ku Kurmanciya wê weke li jêr e:
Heger ji nav şiirên min Gulê bavêjin der
Ji çar werzan
Werzekî min dimire.
Heger yarê bavejin der
Didu dimirin.
Heger nanî bavêjin der
Sisê dimirin.
Heger azadiyê bavêjin der
Sala min dimire
Û
Ez bi xwe jî dimirim.
Ew her tim bi kulîlk, azadî, Helebce, çûk û pepûle li Kurdistanê geriya. Bi helbestên xwe yên dilşewat serî li hemberî qedera welatê xwe rakir. Got; Qedera welatê wî û Xweda heman e, herdu jî bi tena serê xwe ne.’ Helbestên wekê ‘Giriyê Xweda’, ‘Biharên dimirin’, ‘Dara bêdeng’, ‘Goreyên wî yên tenê mane’, ‘çûkên xewnên wan mirine’, ‘11’emîn saeta Helebceyê’ nivîsîn.
Carinan bangî Apê Musa kir. Digot ew bi pênûsa Apê Musa, bi guliyên porê keçikên Colemêrgê li vir e.
Malên helbesta ronî kirî
Bavê Şêrko Bêkes, Faîq wekî paşnavê xwe bêkes bû. Kalê wî sala 1911’an ji Bexdayê hat sirgûnkirin û wê demê Faîq Bêkes 7 salî bû. Çend salan paşê dayika xwe ji dest da. Sala 1930’î, Faîq li ser welatê xwe yê Bêkes, helbest û sirûd xwendin. Kurê wî Şêrko jî ji ber vê yekê gelek bi şans bû. Şêrko bi salan bi şûn ve wê bigota ‘Li mala me find tinebû, em bi helbestan ronî dibûn’.
Faîq Bêkes mamoste bû, li gelek bajarên Kurdistanê, gund û bajarokan digere. Lê Şêrko jî wek bavê xwe bêkes dimîne. Bavê wî Faîq Bêkes sala 1948’an wefat dike.
Dayika wî Şafîqe xanim, kurê xwe Şêrko bi helbest û çîrokan mezin dike. Şêrko piştgiriya dayika xwe ya ji bo hezkirina helbest û Kurdî wê her tim bigota. Şêrko helbesta xwe ya yekemîn di rojnameya ‘Jîn’ de weşand. Şêrko dibêje;”Ez dinivîsim, ji bo eciziya ziman sivik bikim, ji bo eciziya xwe sivik bikim, lê ew ji bo piştgiriya bo hezkirina helbestê, hezkirina gel bû”. Sala 1965’an ew tevlî nav refên pêşmergeyan dibe. Bi salan di radyoya ‘Dengî Şoriş’ de xebitî. Deng û helbestên Şêrko di guhê pêşmergeyan de bû.
Şêrko Bêkes yekemîn dîwana helbestên xwe sala 1968’an di pirtûka bi navê “Tîrifey Helbest” berhev kir. Di van salan de di bin bandora Gorran û hosteyên din de maye. Xwendevanên wî cara yekemîn sîtila wî û zimanê wî cara yekemîn di dîwana wî ya bi navê “Min Tînwyetîm be gir deşkê” a sala 1973’an weşandî de keşf kir. Sala 1970’yî bi komek nivîskar û helbestkar re danezeneke bi navê ‘Ruwange’ weşandin. Armanca wan ew bû ku wêjeya Kurdî modern bibe.
Bi dijminên xwe jî helbesta xwe da xwendin
Sala 1975’an, dema têkoşîna azadiya Kurd nû bû, Şêrko Bêkes sirgûnî başûrê Iraqê bû û 4 salan bi şûn ve bi dîwanên Kaziwe û Koç vegeriya welêt. Sedam Hiseyn bi xwe jî di bin bandora helbestên wî de ma. Sedam teklîfa ‘Xelata Qadisiye’ jê re dibe. Bêkes xelatê red dike û riya wî ya çiyan vedibe. Duyemîn salên wî yên pêşmergetiyê dest pê dikin.
Sala 1986’an ew diçe Swêdê. Negirtina xelata Sedam, rêya penaberiyê li wî vekiribû. Li Swêdê jî hêjayî xelatê tê dîtin. Sala 1987’an xelata wêjeyî ya Kurt Tuckhoslky ji destê serokwezîrê wê demê yê Swêdê Ingvar Carlson digire. Bêkes aliyê herî girîng ê portreya helbesta xwe sala 1990’î temam kir.
Çawa Amed ji Silêmaniyê bê cudakirin
Sala 1992’yan, dema Başûrê Kurdistanê gihişt rêveberiya xwe, Şêrko Bêkes kesekî navdar û zêde elaqe dîtî bû. Yekemîn wezîrê çandê yê Başûr e. Lê dema rojnameya Welat bi hinceta propagandaya PKK’ê kiriye, hat girtin; wî îstîfa kir. Helbesta wî ya ‘Birakujî’ dîsa surgunî da ber wî û dîsa diçe Stockholmê.
Şêrko Bêkes sala 1999’an di 15’ê Sibatê de dema Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi bêbextiyeke navneteweyî hat girtin di ekranên Med TV de ev helbest got.
Bo min xewnî pepûleyek...
Lêre Silêmanî ye, ew e çend roj e le çawanî Silêmanî de, xemêkî gewre xemêkî bi zordarî û balay gulesor û gulezerde ber pencerey jiyan man û asmanî ser malan man û geliyekanî û hinawmanî dagirtiwe... Em xema xemî helgirête, hemû dinyayî pîlanî Kurdiyan kird. Em xema, xemêkî serepacîrî neteweyî ye... hemî niştinamî dapoşîwe... Çon etwanin Diyarbekir û Silêmanî benc bikin û çon etwanin agirî Newroz pêwend ken... çon etwanin deryaçeyî Wan bijotnewe? Bi torî dindrewan hemî cîhan Ocalan man dezgîr kira, Belam axir, ew şoreşey le şaxe dezgîr nagirê, sibeynê man dezgîr nagirê, em zimane dezgîr nagirê... Eger hîç îşim pê nekrê, bo min xewnî pepûleyek le ber şewqî pencekana hênim dî, min êstake çawakanî Diyarbekiriyan le çawima.”
Şêrko Bêkes her wiha li ser grevên birçûnê yên girtîgehên Bakûrê Kurdistanê jî got: “Li Bakur agirê şoreşê bilind dibe. Bedenên birçî nîşan dan ku Kurd bi şer û zextan naqedin.”
Hezkiriyên hev wê bibin mîvanên min
Şêrko Bêkes, beriya wefat bike bi 2 salan wesiyatnameya xwe nivisîbû. Bêkes diyar kiribû di şîna wî de bila tenê muzîk hebe û gotibû: “Min li Parqa Azadî ya Silêmaniyê li abîdeya şehîdan a sala 1983’an hatiye avakirin, defin bikin. Li wir dê bîhna min neçike. Jinên ciwan, mêrên ciwan, hezkiriyên hev dê bibin mîvanên min.” Bêkes sibeha 4’ê Tebaxa 2013’an, beriya ku bîhna xwe ya dawî bide, dibe ku li ber paca wî perperok geriya bin û helbeta wî ya beriya bi salan nivîsibû, hatibû bîra wî.
Şêrko Bêkes di salên zor û zehmet yên Kurdistanê de bû bihna azadî, berxwedan û kurdbûnê. Di dilê xwe de her tim hezkirina Çiyayê Emzer yê Silêmaniyê, Çemê Sirwan a Halepceyê, Newala Şarezûr, Babagurgur a Kerkûkê gerand.
Bêkes digot dema li kolanên Hewlêr, Sine, Mehabadê digere dê Amedeke azad maçî bike.