Şêrko Bêkes yê dibêje  ‘Helbest Tiliyên zarokane, ji destê cehnema Kurditsan û Raunda çi tê?duh li Stockholmê jiyana xwe ji dest û welatekî tije helbest ya ku navê wê navê Şîîrîstan lê kiriye li pey xwe hişt:


Eger ji nav şîîrên min
Gul bavêjin der
Ji çar werzan
Werzekî min dimire.
Eger yar bavejin der
Dudu dimirin.
Eger nan bavêjin der
Sisê dimirin.
Eger azadî bavêjin der
Sala min dimire
Û
Ez bi xwe jî dimirim.

Ew her tim bi kulîlk, azadî, Halepçe, çûk û perperokan li Kurdistanê geriya. Bi helbetên xwe yên dilşewat serî li hemberî qedera welatê xwe rakir. Got; Qedera welatê wî û Xweda hemane, herdu jî bi tena serê xwe nin.’ Helbestên wekê ‘Giriyê Xweda’, ‘Biharên dimirin’, ‘Dara bêdeng’, ‘Goreyên wî yên tenê mane’, ‘çûkên xewnên wan mirine’, ‘11’emîn saeta Halepçeyê nivîsî.
Carna bangî Apê Musa kir. Digot ew bi pênûsa Apê Musa, bi guliyên porê keçikên Colemêrgê li vire.

Mala me bi helbestê ronî dibû  

Bavê Şêrko Bêkes, Faîk wek paşnavê xwe bêkes bû. Kalê wî di 1911’an de ji Bedxayê hat sûrgunkirin û wê demê Faîk Bêkes 7 salî bû. Çend sal şûnde dayika xwe wenda kir. Di sala 1930’an de Faîk li ser welatê xwe yê Bêkes helbest û sirûd xwend. Kurê wê Şêrko jî ji ber vê yekê gelek bi şans bû. Şêrko bi salan şûnde dê bigota ‘Li mala me find tunebû, em bi helbestan ronî dibûn’
Faîk Bêkes mamoste bû, li gelek bajarên Kurdistanê, gund û bajarokan digere. Lê Şêrko jî wek bavê xwe bêkes dimîne.  Bavê wî Faîk Bêkes di 1948’an de jiyana xwe ji dest dide.
Dayika wî Şafîqe xanim, kurê xwe Şêrko bi helbest û çîrokan mezin dike. Şêrko piştgiriya dayika xwe ya ji bo hezkirina helbest û Kurdî dê her tim bigota. Şêrko helbeta xwe ya yekemîn di rojnameya ‘Jîn’ de weşand.Şêrko dibêje;Ez dinivîsim, ji bo eciziya ziman sivik bikim, ji bo eciziya xwe sivik bikim, lê ew ji bo piştgiriya bo hezkirina helbestê, hezkirina gel bû’ û di 1965’an te tevli refên pêşmergeyan dibe. Bi salan di radyaya ‘Dengê Şoreşê de’ xebitî. Deng û helbestê Şêrko di guhê pêşgeryan de bû.
Şêrko Bêkes yekemîn dîwana helbestên xwe di sala 1968’an de di pirtûka bi navê"Tîrifey Helbest" berhev kir. Di van salan de di bin bandora Goran û hosteyên din de maye. Xwendevanên wî cara yekemîn sitîla wî û zimanê wî cara yekemîn di dîwana wî ya "Min Tînwyetîm be gir deşkê" a di sala 1973’an de hat weşandin de keşsf kir. Di sala 1970’an de bi komek nivîskar û helbestkar re danezeneke bi navê ‘Rîwange’ weşandin. Armanc wan ev bû ku wêjeya Kurdî modern bibe.

Salên pêşmergetiyê

Di sala 1975’an de dema têkoşîna azadiya Kurd nû bû, Şêrko Bêke surgunê başûrê Iraqê bû û 4 sal şûnde bi dîwanên Kaziwe û Koç vegeriya welatê. Saddam jî di bin bandora helbestê wî de ma.  Saddam teklîfa ‘Xelata Kadisiye’ jê re dibe. Bêkes xelatê red dike û riya wî ya çiyan vedibe.  Duyemîn salên wî yên pêşmergetiyê dest pê dike.
Di sala 1986’an de diçe Swêdê. Negirtina xelata Saddam riya penaberiyê ji wî re vekiribû. Lê li Swêdê jî hêjayê xelatê tê dîtin. Di sala 1987’an de  xebata wêjeyî ya Kurd Tuckhoslky ji destê serokwezîrê demî yê Swêdê Ingvar Carlson digire. Bêkes aliyê herî girîng yê portreya helbesta xwe di sala 1990’î de temam kir.

Amed ji Silêmaniyê cuda nabe

Di sala 1992’an de dema Başûrê Kurdistanê gihişt rêveberiya xwe, Şêrko Bêkes kesekî navdar û zêde eleqe didît bû. Yekemîn wezîrê çandê yê Başûr e. lê dema rojnameya Welat bi hinceta propagandaya PKK’ê kiriye hat girtin, ji peywira xwe îstîfa dike. Helbestên wî ya ‘Birakujî’ dîsa surgunî da ber wî û dîsa diçe Stockholmê.
Şêrko Bêkes di sala 1999’an de di 15’ê Sibatê de dema Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hat girtin di ekranên Med TV de ev helbest qiriya:
Ev der Silêmaniye, ev çend roje xemginiyeke mezin li ser vî bajarî heye. Li ber çavê cîhanê Ocalan girtin, lê nekarin ruhê Kurdan teslîm bigirin.  Amedê çawa ji Silêmaniyê diketînin, Newroz çawa bê agir dibe? Gola Wanê çawa dikarin ziwa bikin? Ev der Silêmaniyê, hemû dilên vî bajarî  wek sêveke darekê dilerizin, ji bêkesiya gelekî re xemgîn dibin. Ev xemginiyeke netewiye, min xewna perperokekî dît. Ez digirim û çavên min li Amedê ye.
Şêrko Bêkes her wiha li ser grevên birçûnê yên girtîgehên Bakûrê Kurdistanê jî got: “Li Bakur agirê şoreşê bilind dibe. Bedenên birçî nîşan dan ku Kurd bi şer û zextan naqedin.”

Wesiyeta Şêrko Bêkes
Şêrko Bêkes, 2 sal berê wesiyatnameya xwe nivisîbû. Bêkes diyar kiribû di şîna wî de bila tenê muzîk hebe û gotibû: “Min li Parqa Azadî ya Silêmaniyê li abîdeya şehîdan a di sala 1983’an de hatie avakirin de defin bikin. Li wir dê bîhna min neçike. Jinên ciwan, mêrên ciwan, hezkiriyên hev dê bibin mîvanên min. Bêkes di sibeha 4’ê Tebaxa 2013’an de, beriya ku bîhna xwe ya dawî bide, dibe ku li ber paca wî perperok geriya bin û  helbeta wî ya bi salan berê nivîsibû hatibû bîra wî.
Şêrko Bêkes di salên zor û zehmet yê Kurdistanê de bû bihna azadî, berxwedan û Kurdbûnê.  Di dilê xwe de her tim hezkirina Çiyayê Emzîr ya Silêmaniyê, Çemê Sirwan a Haleoçeyê, Newala Şarezur, Babagurgur a Kerkukê gerand.
Bêkes digot dema li kolanên Hewlêr, Sîne, Mahabadê digere dê Amedeke azad maçî bike:

"Maçeke min heye heya niha
Nikare ji lêvên min
Cuda bibe û
Bighêje dev û lêvên wê
Dev û lêvên wê li Amed
Ez jî li vir...


Ev maça min
Bi vê mij û dumanê nikare
Rêya hovan bibre û
Bighêje surê li dora bajar
Ev maça min
Tenê wê demê dighê yar
Asmana Amed sahî be û
Azadî jî bibe baskên wê."


Çavkanî
1- Şêrko Bêkes, Barana Helbestan a ji Başûr, 2011, Weşanên  Belge. Yên helbest wergerandine; Sirwan Rehîm, Azad Dilwar, Baker Schweni)
2- Prof. Qanatê Kurda, Tarixa edebiyata Kurdî, 1992, Weşanên Ozge


PERWER YAŞ /BERLÎN 




'Ezê bibim ew cote pêlav' ên Şîrîn 'pê çû sêdarê'

Şêrgo Bêkes bi helbesta xwe sînorê Kurdistanê rakiribûn. Li kû derê êş û azarên Kurdan hebûna dengê Şêrgo Bêkes ji wir bilind dibû. Dema rejîma Îranê di 9'ê Gulan a 2010'an de şoreşger û rewşenbîrên Kurd Ferzad Kamanger,  Alî Hayderiyan, Fehat Wakîlî, Şîrîn Elamhulî, Mêhdî Eslamian hatin îdam kirin Şêrgo Bêges hestên xwe bi helbesta 'Ji bo Şîrîn Elemhulî' dianîn ziman:  

Ji bo Şîrîn Elemhulî
- Şêrko Bêkes-


Ji serê sibehê ve
Kolana herî mezin a Sineyê
Bû Ferzad Kemanger
Ji serê vê sibehê ve
Mestirîn bexçeyê Mehabadê bû Şîrîn Elemhulî


Di zeraqa serê vê sibehê de
Hemû ew zarokên ji dayik bûne
Navê Ferhadê Wekîlî li wan hatiye kirin!
Ji îro û pêve
Di yekemîn ronahiya serê sibehê de
Mehdî îslamiyan bû Gola Wanê di berbanga îro de:
Elî Heyderiyan
Bû bi Taq Bostana Kirmaşan:
De fermo Sineyê lisêdarê bidin!
Serê Mehabadê bibirin...
De fermo nehêlin zarokên me ji dayik bibin!
De fermo
Nehêlin baran bibare û mehêlin giya şîn bibe û
Nehêlin zevî bijîn!


Ez ji îro û pêde, evîndarê çavê Şîrîn Elemhulî me
Ji îro û pêde çi helbestên min hene, ez ê wan bikim
Gula stranan ji bo bejna Şîrîn Elemhulî
Ji niha û pêde ez tayek ji porê wê me
Ji niha û pêde
Ez neynûka tiliya wê me
Ji niha û pêde ez dibim ew cote pêlavên
Ku cara dawî xistibû piyên xwe û pê çû sêdarê û
Ji niha û pêde, ez ew bazinê bi cîmayî yê destê
Şîrîna Elemhulî me
Komara Îslamî ya sêdaran
Çi li sêdaran neda, ji xewnê heta helbestê û
Ji helbestê heta jinê û ji jinê heta nan,
Av û gul û kaniyan
Ya ku
Koma Îslamî ya sêdaran
Nikare bi tu awayî li sêdarê bide
Ayinde û azadî ye...