Ebdulkerîm Umer di çarçoveya xebatên dîplomatîk de serdana Danîmarka, Komara Çekê, Luksemburg û Swêdê kir. Umer bi wezîrên karê derve yên Danîmarka û Siwêd re, bi komên siyasî yên Siwêdê û Komîteya Têkiliyên Parastinê ya Perlemantoya Komara Çekê re hevdîtin pêk anîn.
Umer hevdîtin erênî nirxandin û got, hemû aliyan projeya Federaliya Demokratîk a Rojava –Bakurê Sûriyeyê erênî dîtiye. Umer îşaret bi vekirina nûberiyên Rojava li welatên Ewrûpa û herî dawî li Elmanyayê kir û got, xebatên wan ji bo vekirina buroyên din jî dewam dikin.
Li ser helwêsta welatên Ewrûpa ya beramberî Sîstema Federaliya Demokratîk a Rojava-Bakurê Sûriyê û siberoja Sûriyê jî Umer da zanîn ku hemû welatên ew çûne serdana wan, difikirin ku nema sîstema navendî li Sûriyê dimîne û weha peyivî: “Ew jî sîstema federaliya demokratîk herî guncaw ji bo erdnîgariya Sûriyê û pêkhateyên wê dibînin.”
‘PDK’ê rê neda şandeyan’
Umer wekî din got, gelek şandeyên dîplomatîk jî xwestine herin Rojava, lê PDK´ê û AKP’ê rê nedane û weha peyivî: “Ji ber ku dijberiya sîstema federal dikin, nahêlin werin. Ji destpêka şoreşê ve me xeta sêyemîn a demokratîk girtiye. Em ê vê yekê bidomînin. Hikûmeta AKP’ê ji ber 2 sedeman êrîşî Rojava dike. Ya yekem ji serketina Rêveberiya Xweser ditirse ku bandorê li Bakurê Kurdistanê bike. Ya duyemîn jî naxwaze li Sûriyê sîstemeke demokratîk pêk were. Ji ber ku sîstema demokratîk wê bandorê li hemû welatên cîran û sîstemên wan ên dîktatorî bike.”
ANHA / QAMIŞLO