Akademiya Jinên Sûriyeyê li gundê Tişrîn ê bajarê Reqayê pêncemîn dewreya xwe bi navê Dewreya Şehîd Perwîn ku 37 jin beşdarî wê bûbûn, doh bi merasîmekê bi dawî bû.
Akademiya Jinên Sûriyeyê dewreyên perwerdekirina jinan didomîne. Akademiyê di 1’ê Îlonê de pêncemîn dewreya perwerdekirina jinan bi navê Dewreya Şehîd Perwîn dest pê kir. Di dewreyê de 37 endamên jinên sazî û deste û meclisên herêmî yên bajarê Dêrazorê, El-Besîra, El-Keramê û hin deverên din ên Bakurê Sûriyeyê beşdar bûn.
Di dewreyê de jinan waneyên wekî girîngiya perwerdeyê, rexne û rexnedayîn, dîroka jinan, neteweya demokratîk, şoreş û şoreşa Bakurê Sûriyeyê, parastina rewa, rastiya rêvebertiyê, hunera birêvebirinê û gelek waneyên din wergirtin.
ANHA/REQA