Şaxa Saziya Zimanê Kurdî (SZK) ya Dirbêsiyê 3 meh berê dewreyên perwerdê ji şêniyên gundên derdora Dirbêsiyê re dabû destpêkirin. Piştî 3 meh ji perwerdeyê bawername bi merasîmekê li şagirtan hate belavkirin. Merasîm bi tevlîbûbûna sedan kesî li gundê Qermanê hate lirdarxistin. Merasîm bi rêzgirtinê hate destpêkirin. Piştre Endamê Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) Dijwar Dirbêsiyê axivî û diyar kir ku gelê zimanê wî tune be dê hebûna wî jî tune be. Dirbêsiyê da zanîn ku Rojava di rewşeke hesas re derbas dibe û pêdivî bi bilindkirina asta xebat û berxwedanê heye. Dirbêsiyê êrişa komên çete ya li gundê Til Merûf şermezar kir û da zanîn ku wê hemû deverên Rojava bibin goristana çeteyan.
Di merasîmê de her wiha li ser navê SZK’ê Fexrî Elî axivî û bal kişand ser girîngiya xebatên zimanê kurdî û bang li hemû kesî kir ku xwe fêrî zimanê xwe bike. Piştî axaftinan 181 bawernameyên asta yekem, duyem û sêyem li şagirtan hatin belavkirin.
DIRBÊSIYÊ