Girêdaneke rasterast a zimanên zindî û bipêşketî bi perwerde, her cure pirtûkên zarokan re heye. Heger pirtûkên zarokan pirr zêde bi zimanekî hatibin nivîsandin û ew pirtûk bi berfirehî li dibistanan, li malan û di demên betlanê de ji aliyê zarokan ve têne xwendin, bizanibin ku pêşeroja wî zimanî jî mîna ya zarokên ji heman neteweyê ronîdar e.

Ehmedê Xanî ev mijar hê berî hemû rewşenbîr û zanayên neteweyên serdest ên li derdora me xistiye rojeva me, lê heta îro jî ne pêşiyên me û ne jî nifşên bi dû wan de, nekarîne çareseriyekê ji vê pirsgirêkê re bibînin. Xanî di pêşgotina Nûbihara xwe de dibêje; "Min ev ferheng ji bo zarokên Kurdan amade kir... dema bixwînin zehmetiyan nekişînin û deriyê zîhna wan vebe". Xaniyê nemir ne tenê gotiye, wî bi berhemekê rê û rêbaz nîşanî miletê xwe daye.

Ji dema Xanî û heta îro, rola wêje û xwedina zarokan a bi zimanê zikmakî kêm nebûye. Ji bo bala zarokan di salên biçûk de here ser xwendinê, ji berhemên nivîskî hez bikin, xeyala wan birêkûpêktir bibe, nivîsandin û nivîskarî bala wan bikişîne, girêdanekê di navbera xwe û lehengên çîrokê de çêkin û bi vê rêyê jî li ser jiyana xwe, bûyerên li derdora wan diqewimin û jîngeha ew tê de, bibin xwedî agahî, karibin başî û xerabiyan li gora xwe ji hev derxin û biryaran bidin û herî dawî jî, daxwaz bi wan re çêbe ku ew ê jî rojekê çîrokên xwe binivîsin; ji ber ku wêjeya zarokan van derfetan dide zarokan, girîng e.

Di demên ku hê teknîka vebêjerî û dîtbarî neketibû malan de dayik û bavan bi rêya gotina çîrok û meselekon xeyala zarokan berfireh dikir. Heger em li gorî asta zanista îro wan çîrokan binirxînin ku di civatên berê de dihatin gotin; bêguman gelek caran çîrok û meseleyên dihatin gotin, ne li gorî derûnî, asta têgihiştin û xeyalkirina zarokan bû, lê dîsa jî zarokan li wan guhdarî dikir û li gorî xwe hinek peyamên jiyanî ji wan werdigirtin. Çîrokên gelêrî bi pirranî bi peyamên şer û pevçûn, kuştin, talan, serdestiya mêr, revandina keçan û hwd mişt û tije ne. Lê dîsa jî, di wê civat û şevbihurka êvarî de sê nifş dihatin cem hev û atmosfereke bihevrebûnê dixuliqî û pireke çandî û civakî ya di navbera nifşan de ava dibû.

Lê piştre, dema dibistan di nava gel û civakan de belav bûn, êdî pirtûk û alavên dersan jî li gorî asta derûnî û fêrbûna zarokan ji aliyê pisporan ve hatin sererast kirin. Ev xebateke girîng e ku her diçe jî hê baştir dibe - Heger em pirtûkên zarokan ên ku bi hişmendiyeke kapîtalîstî têne amadekirin nehesibînin-  Ji ber ku zarok bi rêya xwendina berhemên wêjeyî yên zarokan hez ji xwendinê dikin ku bi zimanekî formilekirî û naverokeke di asta zarokan de sivik hatine amadekirin.

Di aliyê wêjeya zarokan de nivîskarên Swêdî navdar in. Yek ji wan jî Astrid Lindgren e. Ew keçeke gundî bû û bi çîrokên gelêrî mezin bûbû. Ku nivîsandinê di temenê zaroktiyê de bala wê kişandibû. Wê hê di sêzdeh saliya xwe de di rojnama Vimmerby de nivîsî.

Pişt re vê keça gundî bê navber nivîsî. Nav û dengê wê li hemû dunyayê belav bû. Pirtûkên wê li dehan zimanan hatin wergerandin. Wek mînak pirtûka wê ya bi navê ”Pîppî” ku di heman demê de navê serlehenga çîrokê ye, li sed zimanan hatiye wergerandin. Yek ji balkêşiya Lindgren ew e ku lehengên çîrokên wê bi pirranî keçik in. Di çîrokên Astrid Lingren de keçik çalak in, serbixwe ne, di bûyeran de ne şikestî û jar in, berevajî ew çalak û bi hêz in. Mirov dikare bibêje Lingrend kêmasiya di çîrokên gelerî de bi çavê jinê serrast kiriye.

Ji ber ku di çîrokên gelêrî de rola keçikan bi pirranî roleke adetî ye. Ew serkêşiya nanokiyan bi awayekî çalak nakin. Bi giştî pasîf in û li bende azadkirê xwe ne. Tenê di hinek çîrokan de keçik kincên mêran li xwe dikin û ti kes nikare zora wan bibe. Lê dîsa di dawî de Mîrze Mihemedek li wan peyde dibe û digihin miradê xwe!

Ez nivîsa xwe bi kurteagahiyek li ser parka Astrid Lindgrena Swêdî bi dawî bikim. Ji bo zarok û mezin karibin cîhana xeyalî ya karekterên Lindgrenê bi awayekî zindî bibînin, sala 1981´an bi navê Cîhana Astrid Lindgrenê parkşanoyeke di forma bajarekî maketî de hate avakirin. Kesên serdana wir dikin, bi çavê xwe wan karekterên pirtûkî dibînin û derbasî cîhana sêhrî dibin a ku Lindgrenê bi pênûsa xwe afirandiye. Li gorî agahiyên ku min ji malpera wan girtine, salê 490 000 kes di nava sê mehan de diçin serdana gund û ji sedî 30´ê serdaniyan jî biyanî ne. 500 kes li wir kar dikin ku 125´ên wan şanoger in.