Li Rojava çend roj berê Komûna Fîlm hate ava kirin. Komûna ku li bajarê Dirbesiyê ya girêdayî Kantona Cizîrê ye kedkarên sînemayê ya wek, Zana Dîlan, Onder Çakar, Ronahî Berxwedan û Şêro Hindê tê de cîh digrin. Komûna Fîlm dest bi xebatên xwe jî kir û ji bo ciwanên meraqa wan li ser sînemayê heye yekemîn dewreya perwerdehiyê vekirin. Xwendekarên sînemayê bi pêşengtiya kedkarê sînemayê û senarîst Onder Çakar re dest bi dersan kirin. Xwendekar Lara Elî derheqê perwerdeya mehek berdewam bike de, agahiyan da û anî ziman ku çand nîrxa hevpar a hemû gelan e.