Ronahiya di asoyên paşerojan de, hêdî hêdî dikeve pratîkê û bar li tevahiya civakê dike.
Di nûkirina dîrokê de, bi gotina Fernand Braudel, kes nikarê rol û misyona ziman inkar bike. Rol û misyona zimanê dîroka nû, pêşî wê diyalektîka dîrokê ji wêranî û parçekirinê rizgar bike, piştre soyolojiya civakê rêkûpêk bike. Di van rojên ku em bi dildariyek mezin hej-jêkirina xwe ya Kurdistanê tênine ziman, sala nû ya perwerdehiyê dest pê kir. Li Bakur, Kurd dibistanên dewletê boykot dikin. Lê ya giring pengava alternatîf e. Li Gever, Baxlar û Cizîrê dibistanên bi zimanê zikmakî têne vekirin. Gavek dîrokî ye û.....Ev destpêka rol û miyona zimanê dîroka nû ye. Di demeke ku Kurdistan û wateya Kurdistanê, ne tenê welatek, wek tevahiya welatên cîhanê ketiye rojevê de, gavek wiha pîroz e û dîrokî ye. Tevgera Azadiya Kurd jî, di vê çarçoveya dîrokî de nêzîkî perwerdehiya bi zimanê zikmakî dibe, bangên sazkirina alternatîfên di çarçoveya “xweseriya demokratîk” de dike. Bi gotina Jean Paul Satre; eger Komara Tirkiyê, Kurdistanê parçeyek ji yekîtiya welatê xwe hesab dike, pêwiste ne bi çavên kolonî, bi çavên biratî û wekheviyê li gelê Kurd û Kurdistanê binêre. 90 sal in Komara Tirkiyê, nikare li ser kultura Kurdî rûne. Tê dîtin ku kultura meddî û manewî li hemberî inkar û tunekirinê li ser xewrebezê xwe ye. Di detspêka Desturnameya Komara Tirkiyê de, (hemberî ku desturnameya faşîzma 12ê Îlonê ye), biwêja “li welat aştî, li cîhanê aştî” heye. 94 sal in ku ev biwêj tê bikaranîn. Lê 94 sal in ku li welat aştî çênebûye. Cîran jî teva dijmin bûn, ev dijminatî berdewam dike. Rayedarên Tirk jî, wek parsekan, di nava dîrokê de digerin û tiştê dibînin diavêje xurcezîna xwe. Yek simgeya şaristaniyê (bazar jî di nav de) ava nekirine. Vêce, dîroka ku mirov çêdikin, îro, ji aliyê gelê Kurd ve, bi rol û misyoneke nû û bi armanceke nû, ku navê wê rastiya demokrasî, parastina nirxên mirovahiyê ye tê çêkirin. Şoreşa Rojava, doh, salvegera yekemîn ya dibistana bi zimanê Kurdî li Efrînê gundê Doraqli pîroz kir. Li Bakurê Kurdistanê, biryara vekirina sê dibistanên bi zimanê zikmakî hatiye dayin. Rêberê Tevgera Azadiya Kurd, Tevgera Azadiya Kurd bi zimanekî hevbeş bang li raya giştî dikin ku alternatîfên xwe ava bikin. Ligel ku 103 şaredariyên Kurd hene, sazî û dezgehên zimanê Kurdî hene, enstituyên Kurd hene, medya Kurd heye, edebiyata Kurd gihaye qonaxekê; pêwiste di çarçoveya konfederal de saziyên zimanê Kurdî werin vekirin. Bi salan e ku dibêjin, “ziman nasnameya gel e.” Eger di vê qonaxa ku “Kurdistan bûye koma welatên cîhanê”, Kurd, li nasnameya xwe xwedî dernekevin, bi zimanê xwe jiyana xwe ava nekin, ti caran nikarin behsa hebûna xwe bikin. Dema bi zimanê zikmakî perwerdehî hate dest pê kirin, kes nikare (entelektuelên micxlacî jî di nav de) behsa siyaseta restorasyonê û gotina “bêyî dewletê azadî nayê bidestxistin” bike. Hingî ev gotin kadûk-bêdunde dimîne. Têkoşîna ku bi serokwezîrê Tirkiyê gotina qedexe û “cezayê qazoxê” Kurdistan da gotin; wê dikaribe di Destunameya Tirkiyê de jî perwerdehiya bi zimanê zikmakî misoger bike. Têkoşîna gelê Kurd, di aliyê siyasî de serketin bidestxist û “defacto”yek derxiste holê. Du; Têkoşîna gelê Kurd, di aliyê edebiyatê de, di aliyê medya alternatîf de serketin bidestxistin. Îro dora perwerdehiya bi zimanê zikmakî ye. Perwerdehiya bi zimanê zikmakî tê wateya hişmendiya Kurdîtiyê. Helbet têkoşîna 40 salî Kurdîtî-Kurdbûn gihande asta serketina ku wek “defacto”yekê li tevahiya cîhanê hatiye qebûl kirin; lê ez behsa stewihandina mêjî û bedenê dikim. Bi gotina Ocalan ,ev tê wateya “şikandina paradoksa civakî”. Eger em paradoksa civakî bişikînin, hingî emê qonaxa têgihiştin û zemtkirina zanistê bidestbixin. Helbestvanê Ingilîz Robert Burn dibêje, “kesê bi zimanê xwe nenivîse, nefikire û zimanê xwe bikarneyînê, bila di agirê dojehê de bişewite”. Plehanov jî, kesayet û hişmendiya cewherî bi perwredehiya zimanê zikmakî ve girêdide. Di vê qonaxa ku Şoreşa Kurd, mirovê ronesansê diafirîne, divê civaka Kurd, xwe bi perwerdehiya zimanê zikmakî, wek têkoşîneke “nebê nabe” ber bi guhertinê bibe. Divê Kurd, mirovên ku gotina “zimanê Kurdî ne zimanê kulturê ye” şermezar bike. Divê cîhan bibîne ku, Şoreşa Kurdî herka dîroka guhertinê ye. Têkoşîna gelê Kurd, tîrantiya devşirmetiyê, koloniya inkar û tunekirinê, ferhenga bi etîmolojiya prof.ên sexte giha qonaxa faşîzma li ser zimanê Kurdî teva têk birin. Îro dora avakirina alternatîfên li hemberî saziyên dewletê ye. Gava sereke alternatîfên perwerdehiya bi zimanê zikmakî ye. Destpêka çîrokên şoreşan heye, lê dawiya wan çîrokan nîne. Ji ber ku şoreş seknê, westandinê, zexelî, tiralî û kasûliyê qebûl nake, teva red dike. Şoreş haraket e, nukirin e, guhertin e, afirandin e. Şoreşa Kurdî jî, di nava çil salan de, gelê Kurd û gelên li Kurdistanê, ji xweliya xwe afirandin. Erê gelên li Kurdistanê ji xeşîma tarî derkeiye, lê dive bigihe asoyên tr ronahî. Ronahiya li asoyên Kurdistana ku wek “koma cîhanê” derketiye holê, divê bi perwerdehiya zimanê zikmakî werê rengîn kirin û xemilandin. Perwerdehiya bi zimanê zikmakî, xêlî, berbûliyê dawet û zewaca bi dîroka nû re ye.
Perwerdehiya zimanê zikmakî û dîrok
Di xwezahiya dîrokê de, pêr, doh û îro bi hev ve girêdayî ne; Ev girêdan bandorê li paşerojan dike. Paşerojên Kurdan dîrokê nû ye. Di vê nûkirina dîrokê de, asoyên têr ronahî hene.