
Akademiya Asayîşê ya li Rimêlan xebatên perwerdekirina hêzên asayîşê didomîne. Di çarçoveya perwerdekirinê de dewreya 7'emîn ku 54 endamên asayîşê tevlî bûn û 20 rojan dom kir, bidawî bû. Mi munasebeta bidawîbûna dewreyê li meydana akademiyê merasîmek hate lidarxistin. Endama Desteya Bilind a Kurd Îlham Ehmed, Endamê Komîteya Navendî ya PDPKS'ê Îdrîs Mihemed û bi dehan welatî jî tevlî merasîmê bûn. Beriya merasîmê, berpirsyarê Asayîşa Rojavayê Kurdistanê Garzan Efrîn bi şagirtan re civînek lidarxist û da zanîn ku armanca dewreyê ew e ku endamên asayîşê di nava civakê de bi awayekî durist tevbigerin, bi exlaq nêzî karê xwe bibin û di têkiliyên xwe de dûrî berjewendiyên kesayetî bisekinin. Efrîn, diyar kir ku ew mîna hêzên desthiladar tevnagerin, ew li gorî kevneşopiyên civaka Rojavayê Kurdistanê xwe amade dikin.
'YPG᾿ê êrîşan pûç dike'
Piştî civînê li meydana akadîmiyê merasîm hate lidarxistin. Di merasîma ku bi deqeyek rêzgirtinê destpê kir de, Endama Desteya Bilind Îlham Ehmed diyar kir ku gelê Kurd di qonaxeke hesas de derbas dibe, di demên dawî de êrîşên li hemberî wan zêde dibin û wiha dom kir: "Hêzên rêjîma Baas, Artêşa Hur û hin partiyên Kurdî di van êrîşan de cihê xwe digirin. Lê gelê Kurd bi berxwedana xwe û şervanên YPG᾿ê van êrîşan pûç dike."
Piştî axaftinê 54 endamên asayîşê sûnd xwarin û bawernameyên xwe ji destê berpirsyarên perwerdeyê girtin.
Rayedarên akademiyê destnîşan kirin ku dê di nava 10 rojan de dewreya 8'emîn bidin destpêkirin.
ANHA/GIRKÊ LEGÊ
Jin eniya parastinê xurt dikin
Bi avakirina Yekîneyên Parastina Jinê (YPJ) re, şervanên jin li seranserî herêmên Rojavayê Kurdistanê di eniya parastinê de cihê xwe digirin. Li Kobanê jî jinên di nava YPJ'ê de cîh digirin, diyar kirin ku ewê heta azadiyê têkoşîna xwe bidomînin.
Li Rojavayê Kurdistanê jin eniya parastinê berfireh dikin. Jinên ku di berxwedanên Serêkaniyê, Girzîro, Efrîn, Eşrefiyê û Şêx Meqsûd de, cihî girtin. Piştî avakirina YPJ'ê hêza xwe xurttir dikin. Şervanên jin yên Tabûra Şehîd Dicle ya YPJ'ê ya li herêma Kobanê, derbarê mijarê de nêrînên xwe anîn ziman.
Mîdiya Ararat, diyar kir ku armanca sereke ya yekîneyên wan parastina maf û nirxên jinan û parastina herêmên Rojavayên Kurdistanê ye. Ararat, diyar kir ku ew ê li rêya şehîdan û bi ramanên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan têkoşîna xwe ya azadiyê berdewam bikin.
Çîçek Agirî jî, sedemên tevlîbûna xwe ya li nav refên YPJ'ê wiha anîn ziman: "Ji bo ku ji herkesî re diyar bikim ku jin dikare ji koletiya civakê û deshilata mêran rizgar bibe, tevlî nava refên YPJ'ê bûme."
Agirî diyar kir ku wan di Tabûra Şehîd Dicle de perwedeya bikaranîna çekan, dîroka jinan û felsefeya Rêberê Gelê Kurd Abdulah Ocalan dîtiye.
Şervanên bi navê Ronahî Jiyan, Sozdar Kobanê û Bangîn Kobanê jî, ji tevayî jinên Rojava xwestin ku piştgiriya YPJ'ê bikin.
ANHA/KOBANÊ