Navenda Hêzên Asayîşa Giştî ya li bajarê Qamişlo bi armanca pêşxistina kesayeta jinan hefteyê rojekê perwerdeyeke ramiyarî ji 40 endamên Asayîşa Jinan û polîsên jin ên trafîkê re vedike. Di dewreya ku 3 saetan dom dike waneyên “girîngiya perwerdeyê, rastiya jinan, dîroka Kurdistanê, şerê taybet, Rêveberiya Xweseriya Demokratîk û Netewa Demokratîk” tên dayîn.
Endama hêzên Asayîşa Jinan Cemîle Abbas derbarê mijarê de ji ANHA’yê re axivî û got ku ev perwerde ji bo wan gelekî girîng e û ew di vê perwerdeyê de hişmendiya xwe di aliyê ramiyarî de pêş dixin û wiha got: “Bi saya van perwerdeyan em dikarin li hemberî edetên paşverûtî yên civakî ku li ser jinan hatine ferzkirin, li ber xwe bidin.”
ŞÎLAN MIHEMED/ANHA/QAMIŞLO