Di pêvajoya Şoreşa Rojavayê Kurdistanê de, jinên Kurd tevlî nava hemû xebatên civakî, rêxistinî, çandî û hunerê dibin. Jinên Kurd li bajarê Tirbespiyê, di nava hemû sazî û komîteyên xebatê de cihê xwe digrin. Rêvebirên Saziya Zimanê Kurdî li Tirbespiyê diyar kirin ku ji 90 li sedî xebatkarên saziyê û mamosteyên zimanê Kurdî jinin.

Endama SZK'ê Leyla Remo diyar kir ku ziman, nasnameya gele, lewma ew pêwîstiyeke mezin didin perwerdeya zimanê Kurdî. Remo da zanîn ku piştî wan bawernameyên mamostatiyê ji SZK'ê girtine, li dibistanên taybet û li dibistanên fermî dest bi xebatên perwerdeya zimanê Kurdî kirine.
Derbarê rola jinan di nava xebatên SZK'ê de, ji rêvebirên SZK'ê Novîn Xelef da zanîn ku wan di sala nû ya xwendinê li piraniya dibistanên bajarê Tirbespiyê, herêma Aliyan û Sinceqê dest bi perwerdeya zimanê Kurdî kirine. Xelef diyar kir ku ji 90 li sedî mamosteyên ku li van dibistanan jibo perwereya zimanê Kurdî dixebitin jinin.
Endama SZK'ê Mizgîn Şemdîn jî diyar kir ku wan bi alîkariya Yekîtiya Mamosteyên Rojavayê Kurdistanê, li dibistanên bajarê Tirbespiyê û gundên wê dest bi xebatên perwerdeya zimanê Kurdî kirine. Şemdîn da zanîn ku perwerdeya zimanê Kurdî ji aliyên hemû pêkhateyên herêmê ve bi erênî tê pêşwazî kirin. 

TİRBESPİYÊ