‘Bila YÎBO bên gritin’
Bekmezcî, daxuyand ku ji ber derdora dibistanê zeviyên mayînênin zarok tramva derbas dikin û wiha axivî: „Li Dêrsîmê bi tevahî 8 YÎBO hene. Gelek YÎBO û qereqol di nav hevda ne. Yek ji vana jî YÎBO ya Aktuluk ye. Ji ber ku em ve pirsgirêkê tînin ziman ez û gelek hevalên endamên Egîtîm Senê hatin sirgûnkirin. Em dixwazin YÎBO hemû bi lezgîn bêne rakirin. Xwendevanên van dibistanên razayin de tramva derbas dikin. Di pêşiya me de şewqa xe bide civakê jî. Giyana zarokên di nav mayînan de perwerdehî dibîne bînin ber çav ka dê çawa be. Gelek xwendevan di dersa resimê de wêneyên mayînan çedikin. Em nikarin bejin ev zarok bi baş perwerdehiyê dibînin. Me li Xozatê 3 zarokên xwe teqînê de jiyana xwe ji dest dan. Em naxazin dîsa rewşek wisa bê jiyandin. Divê dibistanên razaniye yên di nav qeraqolan de hatine çekirin bên valakirin.“
FERHAT ARSLAN - DÎHA-DÊRSÎM
Operasyon û bendavan hilberîn têk bir
Serokê Yekîtiya Mêşvanên Dêrsimê Hakki Canpolat diyar kir ku îsal di warê hilberîna hingiv de sala herî ne baş bû û ji ber guherîna avhewayê jî mêşvan hatine asta îflasê. Canpolat wiha got: „Bendav û HES’ên ku li herêma me têne çêkirin ahenga xwezayê xira kirin. Ewrên tozê yên ku li Dêrsimê hete niha tunebûn polenên kulîlkan tune dikin. Mêşan hingiv neanîn kewaran. Di vê merhaleyê de tu mêşvar nikarin deynên xwe bidin.“
Li Dêrsimê operasyonên leşkerî û pevçûn sektora mêşvaniyê anîn asta tunebûnê û guhertina avhewayê jî bandoreke neyînî li ser mêşvanan dike. Li Dêrsimê bi qeydkirî û neqeydkirî bi tevahî 30 hezar kewarên mêşan hene û salê 100 û 150 hezar ton hingiv tê hilberandin. Di demsala hingiv de îsal hilberîn pir kêm bû û li Dêrsimê 75 ton hingiv tenê hate hilberandin. Serokê Yekîtiya Mêşvanên Dêrsimê Hakki Canpolat diyar kir ku ew demsala hilberînê ya harî ne baş derbas dikin û wiha berdewam kir: „Li Dêrsimê 15 hezar kewarên qeydên xwe li Yekîtiya Mêşvanan kirine û em ji her kewarê 7-10 kîlo hingiv digirin lê îsal me tenê 5-6 k3ilo hingiv girt. Me kîloya hingiv bi 80 TL’î da. Hingivên organîk jî bi 30 TL’î hate firotin. Dema kulîlkan de ewrên tozê û barana bi herî zirar da polenan. Ji ber guhertina avhewayê me saleke zor û zehmet derbas kir. Heke dewlet deynê krediyê taloq neke mêşvanî dê darbeyeke mezin bixwe.“
Mêşvan Huseyîn Arici jî diyar kir ku operasyonên li çiyayê Munzurê darbeyeke mezin li sektora mêşvaniyê dixe û Dêrsim a ku wekî „bihuşta kulîlkan“ guhertina avhewayê ahenga xwezayê xira kiriye. Gedîk wiha got: „Li Dêrsimê operasyonên ku didomin darbeyeke mezin li sektora mêşvaniyê xist. Ji nişka ve operasyonên leşkerî tê destpêkirin. Ji sewalkaran re dibêjin ji vir biçin û ew dikarin biçin. Lê mêşvan nikarin wisa bikin heta payîzê nikarin ji cihê xwe biçin. Dîsa li Dêrsimê bendav jî awhewayê diguherîne. Baran û ewrên tozê mêş birçî hiştin. Li cîhanê mêşvanî pir girîng tê dîtin lê li welatê me wisa nîn e.“
DÎHA/DÊRSÎM