
Desteya Parastinê ya Herêma Efrînê bi merasîmekê dewreya 4’emîn a perwerdeya Kurd 450 leşkerên ji pêkhateya Kurd û Ereb, piştî perwerdeya 9 mehan bidawî kir.
Hevseroka Meclîsa Rêveber a Efrînê Hêvî Mistefa û Cîgirê wê Ebdullhemîd Mistefa, Hevseroka Meclîsa Zagonsaz Hêvîn Reşîn, Serokê Desteya Karûbarên Civakî Erîfa Bekir, Seroka Desteya Jin Fatima Lekto, Endamên deste û saziyên Rêveberiya Xweseriya Demokratîk û bi dehan şêniyên herêmê û malbatên leşkeran di merasîmê de amade bûn.
Merasîma dawîkirina dewreyê bi turenek leşkerî dest pê kir. Paşê Cîgira Serokê Desteya Parastinê Dîcle Hisên axivî û dawîkirina perwerdeyê li leşkeran pîroz kir. Merasîm piştî axaftinan bi gerandina govendê bidawî bû.
EFRÎN