
Li Kantona Efrînê, Focê yekem bi navê “Focê Şehîd Xebat Dêrik” ji aliyê YPG‘ê ve hate avakirin.Yekîneyên Parastina Gel (YPG) di çarçoveya avakirina focên leşkerî de, li Kantona Efrînê jî dewreyek dabû dest pê kirin.
Di dewreyê de dersên leşkerî, li ser taqrîkên şer, dersên siyasî û bîrdozî yên derbarê dîroka Kurdistanê, desthilatdarî, modernîteya kapîtalîzmê, neteweya demokratîk û dîroka jin hatin dayîn.
Bi armanca qedandina dewreyê û avakirina Focê yekem merasîmeke leşkerî bi amadebûna bi dehan endamên YPG/YPJ‘ê û malbatên beşdarên dewreyê bûn, pêk hat.
Şervanan soza xwe ya leşkerî dan û li 4 tabûran hatin belavkirin û dewreya xwe bi dirûşmeyên silavkirina berxwedana YPG‘ê û azadiya jinê bi dawî kirin. Hêjayî gotinêyê ku li Kantona Kobanê jî 4 foc hatin avakirin û li Kantona Cizîrê jî amadekarî têne kirin.
EFRÎN