Kampa Mexmûr, ji bo Kurdên ku ji Bakurê Kurdistanê ji ber zilma dewlata Tirk koçber bûn, bû stargehek. Şeniyên wê ku sala 1994’an ji herêma Botanê nexasim ji Qilebanê û Colemergê koçî Mexmûrê kirin, di rê de gellek zehmetî kişandin heta xwe bigihînin Mexmûrê. Li Mexmûrê ji tinebûnê jiyanek, bajarek ava kirin ku niha tê de her tişt heye. Helbet çîroka avakirina Mexmûrê ne bi hevpeyvîneke tê vegotin, li ser vê çend roman bên nivîsandin, çend fîlm bên kişandin, hindik e. Perwerdeya Mexmûrê ji bo zaravaya Kurmancî mînaka herî zindî ye, ji ber ku li wir tecrûbeyek demdirêj heye ku dikare ji bo parçe û cihên Kurmancîaxêver jî bibe mînak.        

Li ser avabûna perwerdeya Kurdî ya li Maxmûrê em bi mamoste Hisên Kara re ku ji roja ewilî ve li  Mexmurê ye û  di warê perwerdê de kedkarekî dilsoz e, axivîn.


Li gel we çawa û kengî perwerdeya Kurdî dest pê kir?

Li Mexmûrê perwerdê di sala 1994’an de dest pêkir.  Dema ku pêşî em hatin Mexmurê li vir bombe û mayîn hebûn ji ber ku zarokên me xwe li van tiştên mijul nekin û ji wan tiştan dûr bibin, me ji keviran kolikek çêkir û me ew der di destpêkê de ne wek dibistanê bi kar anî. Me zarok li vir kom kirin, carinan şîret li wan dikirin, carinan bi lîstikan me ew li vê kolikê mijûl dikir.


Di destpêkê de pirsgirêk û zehmetiyên sereke çi bûn?

Destpêkê ji tinebûna derfetan me gelek zehmetî kişandin. Berî ku em vî karî bikin em çûn li gel UNİCEF’ê lê wan tu alikarî bi me nekir. Piştre em çûn cem Bijîşkên Sînornenas wan jî derbarê pêwistiyên dibistanê de tu alîkarî bi me nekir. Lê wan derman û alavên tendûristiyê dan me. Wekî din Tevgera Azadiyê du heval ji bo alikariyê şandibûn. Piştî ku me ji dar û çilo kolik çêkir, sê çar hevalên me hinek kevirên hilûs anîn ji bo em li ser rûnin û di kolikê de danîn. Piştî çend mehan me du çadir bidest xistin. Dema ku ew hevalên partiyê hatin me bi hev re çadir raxist û ji heriyê pirîkêt çêkirin. Ev pirîkêtê herî dema ku ziwa dibûn me rêz dikirin ji bo bibin mase û kursî jî bi vî awayî me çêdikirin. Binê çadira xwe jî me bi heriyê rast kir. Hevalekî jî texteyek peyda kiribû ew texte boyax kir û mamosteyan li ser vî textî dinivîsîn. Ji Duhokê jî me tebeşîr anîn. Hino hino me wilo dibistan ava kir. Di zivistanê de hewa gelek sar dibû. Li cem me sobe nînbûn. Ji ber ku kamp di bin ambargoyê de bû û ji bo pirsgirkên aborî jî me nikarî bû ji gelek pirsgirkên xwe re çareseriyekê bibînin. Pirsgirêk ne tenê ji bo karê dibistanê hebû pirsgirêkên tevahî malbatan hebûn. Van pirsgirêkan têsîr li zarokan jî dikir. Heta di piyê zarokan de gore nînbûn. Hin ji wan bê pêlav bûn. Pirtûk û lênûsk jî tinebûn. Alavên qirtasiyê me dikarî em hinekan ji wan peyda bikin. Lê ji ber nexweşiya di navbera tevger û PDK’ê de me nedikarî em biçin bajaran û dan û sitandinê bikin. Yanî derfet tinebû em ji bo zarokan alavên qirtasiyê peyda bikin. Car caran me jî bi qeçaxî hin heval dişandin û bi saya wan pêwistiyên dibistanê peyda dikirin. Wekî din hin welatparêzan carna ji me re lênûsk dianîn. Lê ew jî qey 40-50 heb bûn. Li aliyê din hijmara zarokan digihaşt hezar du hezarî. Wî çaxî me jî ji lênûskê her yekî rûpelek dida zarokan. Ji zarokên 10 salî mezintir me ne digirtin dibistanan. Ew pelê ku me didan zarokan jî li ser dinivîsîn roja din jî ew nivîs jê dibirin carek din bi kar dianîn. Wekî din me pênûsek dikir sê parçê û li sê kesan belav dikir. Yanî me ne dikarî em pênûsekê bidin xwendevanekî. 


Perwerdeya ku hûn didin niha li gel saziyên dewletê û navdewletî bi awayekî fermî tê qebûlkirin?

Li qampê saziya UNHCR (Qomîseriya Bilind a Penabera n a Miletên Nekbûyî) hebû lê bi karê perwerde re mijûl nedibû. Digotin em tenê alîkariya însanî dikin, di aliyê perwerdê de em nikarin alîkariya we bikin. Ji ber vê rewşê em gelek neçar dibûn. Lê ji me gelek matmayî bûbûn. Digotin di vê rewşa neçar de çawa têdigihîjîn ku perwerdê bidin. Di bin konekî ji heriyê de çawa ev zarok tên ji bo dersan, malbat çawa zarokên xwe rêdikin vir. Ji ber van tiştan me pir bala wan dikişand. Loma jî ji me re digotin madem em nikarin bi awayekî fermî alîkariya we bikin em ê ji hin saziyan re peyaman rêkin û peywendiyan çêbikin da ku ew alîkariya we bikin. Piştî van hewldanan ji me re mase û alavên qirtasiyê hatin. Wî çaxî UNİCEF’ê jî li qampê hebû lê tu alîkarî li me nekir. Saziyeke ku ji hemû zarokên cîhanê re alîkariya însanî dike ji ber meseleyên siyasî ji me re qet alîkarî nekir. Ji xwe wî çaxî hikûmeta heremê jî nedihişt ku saziyên sivil alikariya me bikin. Piştî demekî UNHCR’ê ji me re got em dixwazin li vir ji were dibistanekê ava bikin. UNHCR’ê di cihanê de cara yekemîn ji me re dibistan ava kir. Wekî din li tu derî dibistan ava nekiri bûn. UNHCR’ê ji me re dirêjahiya wê 15 mitro û firehiya wê 10 bi qasî 10 mitroyan çadirek danî. Me jî di nav vê çadirê de 6 pol çêkirin. Pol jî me bi pirîkêtan ji hev cuda kirin. Alavên ku ji me re anîbûn me bi cih kirin û me bi dest perwerdê kir. Ev dibistan jî di sala 1995’an de me bi awayekî fermî vekir. Di vekirinê de jî midûrê NY(Neteweyên Yekbûyî) û heyeta wan, waliyê Duhokê beşdar bûn. Di dema vekirinê de me zarok kom kirin. Zarokan “Sirûda Kurdistanê” xwend dema ku zarokan sirûd dixwend me ala partiyê bi direk ve hil da û herkes rabû ser xwe rêz girt ji bo ala partiyê. Walî û midûrên NY jî mecbur man ku rabin ser xwe. Piştî merasîme ji me re gotin: “Wele we komplo li me kir.” Bi henekî welê gotin. Bi vê merasîmê dibistana me bi awayekî fermî dest pê kir. 


Perwerde bi giştî çend salan didome û dersên we kîjan bi Kurdî tên dayîn?

Piştî ku me dibistan bi awayekî fermî vekir me ji polên 1,2,3,4 û 5’ê dest bi perwerdê kir. Pişî ku xwendekarên me dibistana sereteyî bi dawi kirin me du polên navîn jî vekirin di sala 1997’an de. Piştî ku van xwendekarên me perwerdeya navîn bi dawî kir me polên amadehiyê vekirin. Yanî cur bi cur me li gorî pêwistiyên xwe pol vedikirin. Li gorî derfetên xwe me heta amadehiyê karîbû em polan vekin. Serateyî 5 sal, Navîn 3 sal û Amadehî jî ji 3 salan pêk tê. Di dibistanên seretayî de ji bo matematîk, zanistiya civakî, zanînên civakî, wêne, muzîk, werzîşê bernameyên me henê. Di navînê de li van dersan zanîna fenê, erdnîgarî, çanda ehlaqî, wek Ingilîzî, Erebî û Tirkî zimanên biyanî me li dersan zêde dikirin. Lê piştî wextekî me dît ku kes bi Erebî re mijûl nabe. Ji ber vê yeke me ji dêwla Erebî Soranî anî. Di dibistanên navînen de jî li van dersan fizîk, biyolojî, kîmya, geometrî li dersan zede dibûn. Em dersên xwe ji seretayî heta navînê tev bi Kurdî didin. Piştî demekî me ji hikûmeta herêmê xwest ku dîplomayên xwendekarên me ji bo ku fermîyeta wan çêbibê mihûr bikê. Wek her carî xwe li ser vê mijarê jî sar kirin. Piştî israra me neçar man û ev daxwaza me qebûl kirin. Vêga çar dibistanên seretayî (Şehît  Mehmet Karasungur, Ş. Salih Kendal, Ş. Nurî Dersimî, Ş. Mehmet Kurt) em xwedî destûr in ku belgeyên wan mihûr bikin nimra sicîlê lê bixin bi navê hikûmeta herêma Kurdistan. Yanî wek dîploma, sicîl, tasdîknamê û hwd. Em dikarin li ser navê hikûmeta herêma Kurdistan bi awayekî fermî bidin. Ev jî tê wateya ku îro di navbera xwendekarekî me û yekî li bajarekî Iraqê dixwîne de tu cudahî nîne. Dibistanên Şehit Jiyan, Ş. Koçer û Şehit Deniz Firat yên navîn in. Ev fermîyet li vir jî derbas dibe. Karên birokratîk bi saziya Hîndekariya Wargeha Mexmûr li gel Hewlerê pêk tên. Ev saziya me dîplomayên me dibe Hewler û muhrên herême jî ledixe. Tevde sê muhir li ser dîplomayên şagirtên me hene. Yek ya reveberiya Mexmûrê ye du ya Herêma Kurdistanê sê ya UNHCR’yê ye. Piştî ku kesek ji zaningehê jî mezûn bû dikarê biçê welatên derveyî Iraqê perwerdeya xwe bidomîne lê dewleta Tirkî dîplomayên me nas nake. Dewletên din jî li gorî peymanên ku bi Iraqê re kirine tevdigerin di derbarê xwendekaran de. Dersên me ji 40 deqîqan pêk tên. 10 deqîqê jî navber em dikin. Di rojekê de şagirtên seretayiyê 4 dersan dikin. Di navînê de 6 ders hene. Amadehî jî ji 7 dersan pêk tê. Di dibistanên me de 130 mamostê hene. Ev mamoste bi 3500 şagirtî perwerde dikin. 5 dibistanên me yên dayîkê hene ji van yek kirêş e. Wekî din li her dibistanê li gorî pêwistiyên dibistanan xebatkarên cuda jî hene. 


Bername û plansaziya perwerdeyê hûn li gorî çi amade dikin?

Di destpêke de me pirtûka matematîkê ya Tirkî li gorî bernameyê me jî ji xwe re bernameyek amade kir. Terîmên zanistî jî me wergerandin Kurdî. Wek dersên fizîk, biyolojî, kîmya jî me ji pirtûkên Tirkî çavkanî girt. Lê bêguman tene me newergerandin. Tiştên li gor me ne erênî bûn me newergerandin. Wekî din kemasiyên ku hebûn me tewaw kirin. Mînak em bêjin di dersa fizîkê de mijara li ser bendavan de tenê başiyên li ser bendavan hebûn. Dema me ev mijar di pirtûkan xwe de bi cih kir. Me go başiyên bendavan ev in nebaşiyên wan jî ev in. Weki din dersên erdnîgariyê, dîrokê, çanda ehlaqî û hwd. çavkaniyên van dersan jî me ji zana û pisporên xwe girtine. Mînak dersa dîrokê me kiriyê sê beş. Di serateyî de di pola sêyan de ji dîroka Medan sere sere didin. Di navînê serhildanên Kurdan yên li çar parçayên qewimîne, em didin. Di dema navîne de ders ji civaka xwezayî destpêdikin ji dîroka Ereban, Osmaniyan bigire ta dîroka cihanê kur kur tê dayîn. Le em ne go pesnê wan didin. Tiştên ku baş kirî jî didin desthilatdarî, mêtingeriya wan jî didin.


Têkiliyên we yên mamoste-şagirtan ji pergalên heyî çiqas cuda ne? 

 Nêzîkahiya me û zaroka jî ne wek tekiliyên klasîk yên ji rêzê ne. Ji xwe em giş di heman kampê de dijîn. Li aliyê din em bi felsefeya partiyê nêzîkî şagirtên xwe dibin. Ji bo nêzîkahiya zarok û mamosteyan em perwerdeya pedagojîk dibînin. Wekî din em mamoste di nav civaka xwe de dijîn ji ber ve yeke jî em têgihiştîne ku nezîkayî li ser çi esasan pêwist e. Mamosteyekî ku perwardeya pedagojîk nedîtibe ew nikare di dibistanên me de cih bigire. Li gor pergala dibistanên me dev ji lêdanê berde heger mamosteyek ji şagirtekî xwe re gotinek hişk bejê dahî li ser mamoste lêpirsîn tê kirin û li gor encamê tê ceza kirin. Ji xwe ev zarok zarokên me ne. Ma mirov çawa dikarê wek mamosteyên li Tirkî bi darê zorê li ser şagirtên xwe tevbigere.

 

Têkiliyên we û perwerdekarên Kurdî yên li welêt û xeribiyê di çi astê de ne, haya we ji hev heyê?

Têkiliyên me bi hev re hene. Komîsyonên me hene. Ev komîsyon ji çar parçeyan tên. Carinan ji bo alîkariyê, carinan ji bo projeyên taybet tên. Wekî din konferansên li herêma Kurdistanê yên di derbarê perwerdaya Kurdî de dibin em jî tevlî dibin û em di projeyên standart kirina perwerdeya Kurdî de bi xebatên xwe cih digirin. Li ser vê mijarê jî hemî beşên Kurdistanê û derveyî Kurdistanê pewist e kesên pispor li hev bicivin da zimanekî ji bo perwerdê standart çêbikin. Em alîgirê xebatek bi vî rengîn e û di vê mijarê de çi pêwist be em amadene bikin. Ji xwe şert e ji bo me divê em Kurd bi lêz li ser perwerdê, rêzimana Kurdî li hev bikin û li gor vê lihev kirinê tevbigerin.



Îcar pirsgirêka alfabê derket!

Dema ku xwendekarên me amadehî bi dawî kirin. Pêwistiya zaningehê derket pêşberî me. Em çûn bi PDK’ê re li ser mijarê axivîn me xwest derfetê bidin ku şagirtên me di zaningehên Silêmanî yan jî yên Hewlerê de karibin bibin xwendekar. Lê ji ber pirsgirêkên siyasî ev daxwazên me qebul nekirin. Piştî vê bûyerê em çûn cem hikûmeta Iraqê me ji wan xwest kû li zaningeha Musilê cih bidin xwendevanên me. Lê wan jî em mijûl kirin. Du sê salan tu bersiv nedan me. Me jî zor dida NY’ê da çareseriyekê ji me re bibîne. Li Silêmanî jî YNK’ê daxwazên me qebul nedikirin. Ez vê jî bêjim daxwaza me ne tiştek taybet bû, me dixwest şertên didan ber xwendakarên xwe heman şertan bidin ber xwendekarên me. Kesên ku bi ser ket bila karibin bibin xwendekar. Herî dawî em çûn cem rêxistinê me got, pêwist e hûn giraniya xwe bidin vê pirsgirêke û ji bo van xwendekaran rêyeke bibînin. Piştî ku em çûn cem tevgerê di navbera tevgerê û hikûmeta herêmê de hevdîtin çêbûn û li hev kirin. Ji me re rê vebû ku em xwendekarên xwe bişînin zaningehê. Lê pirsgirekek din hat pêşberî me. Di dibistanên xwe de me bi alfabeya Latînî perwerde dida. Lê li dibistanên herêmê de alfabeya Erebî dihat bi kar anîn. Îcar em rabûn me ji mamosteyên herêmê re got di bin çavdêriya we de li gor bernameyên me em bi tîpên Latînî azmûnekê çêbikin. Kesên biser ketin ber derbasî zaningehê bibin. Ev pirsgirêk jî bi vî rengî me çareserkir. Lê ji ber ku perwerde bi zaraveya Soranî dihat dayîn di demên pêşî de xwendakarên me hinek astengî kişandin. Ji ber ku nifşek din van astengiyan nekişînin me di dibistanên xwe de bernameyek ji bo Soranî amade kir.


ARGEŞ KAYA / NAVENDA NÛÇEYAN