Li Rojhilata Navîn herkes di nava hewldana bidestxistina desthilatdariyê ye. Êşên ku xelkên herêmî dikişînin ne xema tu serdestan e. Di nava vê hengameyê de Kurd belkî jî di dîroka xwe de ev cara yekê ye ku bi giştî bi rojevên xwe yên xweser û neteweyî re mijûldar in.
Li Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan wek Serokkomarê 12’emîn dest bi erka xwe ya nû kir. Wezîrê Karên Derve Ahmet Davutoglu jî ji hêla Erdogan ve wek Serokê AKP’ê û Serokwezîrê nû hat erkdarkirin. Bi van merasîman re, niqaşa serokkomariyê ya ku piştî hilbijartinên herêmî yên 30’ê Adarê bi serê xwe hemû rojeva li Tirkiyeyê dagirtî bû, gîhişt encamê.
Ji xwe rojeva Kurdan ne Erdogan û erka wî ya nû ye. Ev demek e raya giştî ya Kurdî bi rojevên xwe ve mijûl e; Li Bakur, piştî hilbijartina serokkomariyê ji nû ve rêxistinîkirina Partiya Herêman a Demokratîk (DBP) û hewldanên sewa rêxistinîkirina jiyana civakî, li Başûr û Rojava têkoşîn û berxwedana li hember êrîşên rêxistina Dewleta Îslamî (DAÎŞ), rizgarkirin û xwedîderketina li xelkê me yê Êzîdî û herwiha li Rojavayê rêxistinîkirina jiyana civakî, hewldanên bona parastina neteweyî û niqaşên kombûna Kongreya Neteweyî... Helbet Kurd daxuyaniyên derbarê pêvajoya aştî û çareseriyê ya bona çareseriya pirsgirêka Kurdî ya li Tirkiyeyê tê dayîn jî bi baldarî dişopînin.
Wexta ku mirov bi giştî li rewşê mêzeke; Kurd gişt bi mijarên xweparastin û sazkirina jiyaneke xweser û azad ve mijûldar in. Yanî êdî mijarên ku rojeva Kurdan dadigirin jî mijarên xweser û netewî ne. Helwesta rast a gorî demê jî ev bi xwe ye...
Pêşketinên siyasî yên li her çar parçayên Kurdistanê û yên ku li tevahiya Rojhilata Navîn rûdidin, careke din bi aşkereyî radixe ber çavan ku ji bo parastina hebûn û nirxên Kurdan, ne daxwazî û ne jî hêza dewletên serdest heye. Berovajî sedema tevahiya êşên ku Kurd dikişinîn jî ew bi xwe ne. Dewleta Tirk a ku ji çeteyên DAÎŞ’ê re alîkariya bi her rengî dike, ji Kurdên Êzîdî yên ku ji komkujiya DAÎŞ’ê direvin û berê xwe dane Bakur, astengiyan derdixe. Li beramberê vê yekê; ne bes be jî, Kurdên Bakurî mîna xelkê me yê Rojavayî, bêyî îmkanên dewletê, bi îmkanên xwe xwedî li xelkê me yê Êzîdî derdikeve...
Hêzên navdewletî û saziyên navneteweyî jî mîna dewletan heman helwestê nîşan didin. Di karê alîkarîdayîna Kurdên ji ber komkujiyan li welatê xwe bûne penaber de ew jî gorî xwedîbûna statûyê fermî û fermiyeta dewletan xwe bisînor dikin. Pirsgirêkê bi hestên însanî û wijdanî hilnagirin dest.
Li hemberî bêdiliya dewletan û saziyên navneteweyî, Kurd kula xwe bi destê xwe derman dikin...
Him parastina hebûn û nirxên neteweyî him jî piştgirî û hevgirtina neteweyî bi hêz û îmkanên xweser pêşdikeve. Hên têrê neke jî seferberiyeke neteweyî li dar e. Hiş, hest û pratîka xelkî me her ku diçe bi rengekî xweser û neteweyî xwe dide der. Êdî xelk digîhijê wê ferasetê ku filitîn û azadî jî wê bi hewldanên xweser pêk bê.
Li Geverê ‘Dibistana Azad’
Di nava vê hengameyê de di Ajansa Nûçeyan a Dîcleyê de xeberekî bala min kişand: “Li Geverê ji bo perwerde û hînbûna Kurdî gava yekem!” Di nûçeyê de tê gotin ku li Geverê dibistaneke Kurdî ya heta pola 5’emîn tê avakirin. Navê projeyê ‘Dibistana Azad’ e. Bi rastî jî gaveke dîrokî û pîroz e!..
Rêveberên projeyê dibêjin, ji bo perwerdeyê, li hinda fêrmendên KURDÎ-DER’ê, ew ê ji Başûr û Rojava jî dersdaran bînin. Fêrmend Dogan Erguder hêjayî û dîrokîbûna vê hewldanê bi van gotinan tîne zimên: “Em ê li dibistanên azad perwerdeya azad bidin. Bi zimanê dayikê perwerde bidin zarokên xwe. Em bi awayeke zelal xweseriya xwe înşa dikin. Em ê sîstema xwe ya perwerdehiye bidin rûniştandin.”
Li Tirkiyeyê li meha pêşberê me perwerde destpê dike. Divê kampanyayên bi vî rengî mohrê li rojevê bixe. Bi rojevên xweser, parastina xweser û perwerdeya xweser ve hêviya jiyaneke xweser û azad a Kurdistanî jî xurtir dibe...
Perwerdeya Xweser