Akademiya Ziman, Dîrok û Toreya Kurdî ya Celadet Bedirxan ku li bajarê Qamişloye bi merasîmekê dewreya ku ji 36 mamostayên zimanê Kurdî 3 meh berê dabû destpê kirin bi dawî kir. merasîm li navenda Akademiyê bi beşdariya nûnerên rêxistinên siaysî, saziyên sivîl û malbatên şagirtan bi deqeyek rêzgirtinê destpê kir.

Piştî rêzgirtinê ji rêvebirên akademiyê û berpirsê dewreya perwerdeyê Dildar Ehmed axivî û şegirt pîroz kirin. Ehmed da zanîn ku ev dewreya yekemîn e ku li akademiya Celadet Bedirxan tê lidar xistin, Ehmed diyar kir ku endamên dewreyê bi awayekî akademîk derbarê rêziman, dîrok û toreya Kurdî de hatine perwerdekirin da ku karibin li dibistanan bi pisporî mamostatiyê bikin.
Piştî axaftinê bawrname li 36 xwendekarên ku tevlî dewreyê bûbûn hatin belav kirin. Di merasîmê de koma Şehîd Osman ya şanoyê, şanoya bi navê “koçbrî” pêşkêş kir.
Adademiya Celadet Bedirxan, wek yekemîn akademiya pispor a ziman, dîrok û toreya Kurdî roja 24`ê cotmeha sala 2013`an , ji aliyê Saziya Zimanê Kurdî (SZK) ve hate damezrandin. Roja 25`ê cotmehê yekemîn dewreya perwerdeyê dest pêkir û duh piştî sê mehan bi dawî bû. Tê payin ku roja 20`ê sibatê dewreya nû ya perweryê bê lidar zistin.

QAMIŞLO