
Serokê Enstîtuya Kurdî ya li Elmanyayê û di heman demê de mamosteyê kursê Fevzî Ozmen ji ber eleqeyê kêfxweşiya xwe anî ziman û got, armanca me ew bû ku kêmasiyên zimanî yên berendamên hîndekariyê ji holê rakin.
Ozmen wiha dewam kir: “Me xwest em bi alîkariya çapemeniya xwe ya dîtbarî, van xebatên xwe bigihêjînîn raya giştî ya Kurdîhez, lê diviyabû çapameniya me destê xwe biavêje vê mijarê. Ji bo weşana kursê televizyonên ekîp û ekîpmanên xwe şandin û ev kurs ji bo weşanê hat tomarkirin. Ji ber vê têkiliya germ ya çapameniyê ez jî, malavahiya rêveber û xebatkarên çapameniyê hemûyan, bi taybetî yên televîzyonan dikim û wan silav dikim.”
Aysel Avesta Aydin jî ji ber eleqeya giştî û ya jinan kêfxweşiya xwe anî ziman û got, “Ev eleqe ji bo organîzeyên siberojê, bi me re hêviyan çêdike.” Aydin herî dawî got, “Mijara wijdan û exlaq ji bo ziman jî lê ye û karê ziman li ser hîmê wijdan û exlaq ji nû ve watdare bikin.”
NAVENDA NÛÇEYAN