Bi armanca pêşxistina pewerdeya zimanê kurdî, Tevgera Ziman û Perwerdeyê (TZP) dewreyên havînê yên fêrkirina zimên ên her sê astan li bajarê Tirbespiyê dest pê kirin.

Piştî ku demsala xwendinê li Kantona Cizîrê bi dawî bû, Tevgera Ziman û Perwerdeyê (TZP) ji bo fêrkirina zimanê Kurdî bernameyek ji demsala havînê re danî û dê dest bi perwerdeyên hersê astên zimên bike. Bernameya perwerdeyê ji 1’ê hizêranê ve dest pê dike.

Derbarê mijarê de hevseroka şaxa TZP’ê ya bajarê Tirbespiyê Rîhan Ehmed diyar kir ku ji bo şagirt pisportiya xwe di rêzimanê kurdî de zêde bikin, demsala havînê derfetek e. Her wiha dema şagirtan jî baş tê dagirtin.

Rîhan got ku wan ji bo perwerdeyên zimanê kurdî bernameyek danîne û dê hersê astên zimên perwerde bikin. her wiha ji bo dema zarokan jî were dagirtin, dê perwerdeyên taybet ji wan re vebikin.


Li Efrînê perwerdeya huner

Tevgera Çand û Hunerê ya Kantona Efrînê ji bo perwerdeyên çand û hunerê ya zarok û ciwanan di demsala havînê de amadekariyên xwe dike. Rêveberê Tevgerê diyar kir ku dê li gelek navçeyên herêmê van perwerdeyan dest pê bikin.

Bi armanca pêşxistina zarok û ciwanan di hemû aliyên çandî, hunerî, mûzîk, stranbêjî, şêwekarî, şano, çêkirina peykeran û fikrî de Tevgera Çand û Hunerê ya Demokratîk a Kantona Efrînê bi hatina demsala havînê dê dest bi perwerdeyan bike.

Rêveberê Tevgerê Mehmûd Bekir diyar kir ku ev du roj in wan dest bi qeydkirina navên zarok û ciwanên ku temenên wan di navbera 7 û 30 salî de ne, li navendên Tevgerê yên li navçeyên Mabeta, Cindirêsê, Reco, û bajarê Efrînê kiriye. 


ROJBÎN ŞAKIR/ANHA/TIRBESPIYÊ