Dewreya ziman Kurdî bi beşdariya 50 şagirtî hate destpêkirin. Wê perwerdekirina vê dewreyê di bin çavdêriya mamosteyên TZP´ê de were rêvebirin. Her wiha dewreya tendurûstiyê jî bi beşdariya 25 endaman hate destpêkirin. Wê her du dewre 3 mehan dewam bikin.
Dewre li ser navê endamê boruya siyasî ya Partiya Çep Tekoşer Mihmed Baqê ê ku di Kanûna 2014’an de di encama kirîza dil de jiyana xwe ji dest da, hate vekirin.
Merasîma vekirina dewreyan bi beşdariya Rêveberên TZP, Konfedresyona Xwendekarên Welatparêz, partiyên siyasî, endamên Partiya Çep a Kurdî li Surî û bi beşdariya şagirtên dewreyê hate lidarxistin.
Di merasîma vekirina dewereyan de axaftin ji aliyê Partiya Çep a Kurdî li Surî, Tevgera Ziman û Perwerdeyê (TZP), Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD), Partiya Yekîtî, Meclîsa Teşawirî ya bajarê Hesekê, Konfedresyona Xwendekarên Kurd ên Welatparêz û ji aliyê Bihuşta Zarokan a Baby ve hatin kirin.
Axaftvanan bal kişand ser girîngiya fêrkirina zimanê dayîkê. Axftvanan wekî din îşaret bi siyasetên qirkirinê kir ku sîstemên desthilatdar li ser gekê Kurd pêk anîne.
Merasîm bi belavkirina şîraniyê û strana "zimanê Kurdî" ji zarê zaroka bi navê Ahîn Mihemd, bi dawî bû.
ANHA / QAMIŞLO