RÛKEN GOMAN

JINNEWS / DÊRIK

Jinên Nivîskar ên ku tevlî Pêşengeha Pirtûkan a li Bajarê Dêrikê bûn diyarkirin ku ji bo hînbûna rastiya dîrokê û jinê xwendina pirtûkan girîng e û gotin, “Jin rûyê wêjeyê yê germ e. Loma divê bi taybetî jin li wêjeyê xwedî derkevin.”

Jinên Nivîskar ên ku tevlî Pêşangeha Pirtûkan a li Bajarê Dêrikê yê Kantona Qamişloyê bûn bi lêv kir ku ji bo civakeke pêşketî divê her dem pêşangehên pirtûkan bên lidarxistin û gel teşwîqî xwendinê bê kirin.

 Dîroka me bi me dide naskirin 

Endama Desteya Çandê a Bajarê Dêrikê, Dicle Muhemed got, “Ji bo gel dîroka xwe û rastiyên xwe hîn bibin û teşwîqî xwendinê bibin, pêşangehên bi vî rengî girîng in. Pêşengeha pirtûkan dîroka me bi me dide naskirin û şîrovekirin. Heta em nexwînin û li wêjeyê xwedî dernekevin, neyarên me dê li ser keda me rûnin û berhemên me bidizin. Loma divê hemû gel bixwînin û girîngiyê bidin xebat û çalakiyên wêjeyî. Wêjeya gelekî, neynika wî gelî ye. Divê em dev ji rastiya xwe û ji wêjeya xwe bernedin û xwedî lê derkevin.”

 Ji bo jin çalaktir be

Nivîskara jin, Şemis Enter jî wiha nihêrînên xwe anîn ziman: “Ji ber ku sîstemên heta niha hatine, li ser keda jinê rûniştine, her dem jin ji wêjeyê dûr hatiye xistin. Lê dema ku em lêdikolin, em dibînin ku gelek jinên hêja ku di warê wêjeyê de xwedî berhemên bi qîmet in, hene. Lê kes qala wan nake. Ji ber ku her dem keda wan hatiye binaxkirin. Armanca me, yek jê ew e ku jin di qada wêjeyê de çalaktir bin. Dema em dinihêrin jin xwedî dîrokeke kevnar in. Jinê her dem li dijî kapîtalizmê li ber xwe daye. Jin rûyê wêjeyê yê germ e. Loma divê bi taybet jin li wêjeyê xwedî derkevin.”