Bi navê “Mewahib” (behre) pêşangeheke destkariyên zarokan li Reqayê hate vekirin.
Ji bo bipêşxistina behreyên zarokan, Komîteya Ciwan û Werzîşê ya Meclisa Sivîl a Reqayê ev pêşangeha hanê ya pîşeyî li Navenda Çand û Hunerê ya li navenda bajêr vekir.
Di vekirina pêşangehê de endamên meclisên herêmî û meclisa sivîl a Reqayê, Komîteya Ciwan û Sporê û bi dehan malbatên zarokan ên ku beşdarî pêşangehê bûn, amade bûn. Deriyê pêşangehê ji aliyê dayîka şehîd Feysel El-Elî û endamên Saziya Malbatên Şehîdan hate vekirin.
Di pêşangehê de wêneyên hunerî û destkariyên zarokan hatin çêkirin, mîna mijarên xwezayê, jin û êşa wan kişandî jî hatin pêşandin. Di çalakiyên pêşangehê de komîteyê, zarokên beşdar jî xelat kirin.
ANHA / REQA