NECLA DEMÎR / MA / STENBOL

Hunermend Saadet Sorgunlu dibêje “Cilûberg jî bîra bedenê ne”. Wê ev peyama xwe bi pêşangeha xwe ya bi navê “Bişikifî” jî li Stenbolê da. Sorgunlu cilûbergan diguherîne, wan dixe nav formê û ji nû ve şîrove dike. “Bişikifî” li Kadikoyê li Bayan Art Projectê  ye  û heta 12´ê Çileyê 2019´an wê dewam bike. Herçî deramet û dahata ji pêşangehê ye, Sorgunlu wê bide Akademîsyenên Aştiyê.

Li Pêşangehê berhem tên jêkirin û ji nû ve wateyek li wan tê barkirin. Hunermend bi hêvî û îroniyê nêzî polîtîkayên li ser bedena jinê dibe. Hunermend li pêşangehê cilûbergên xwe û jinên wan nas dike vediguherîne formên nû û li ser kevalê ji nû ve ruhekî dide wan.

Çîroka wan 

Sorgunlu, diyar kir ku kincên ji nû ve hatine çêkirin xwedî çîrok in û ji bo berhema xwe ya navê “qama min kin e, lê mejiyê min dirêj e” got: “Rojekê wexta li bazarê digeriyam tiştekî bala min kişand. Min pirsî ka çî ye. Hîn bûm ku ji bo qama jinan dirêj bide nîşandan di bin şaran de boneyên rengîn tên bikaranîn. Paşê min jî çend heb kirîn û li ser hev xistin serê xwe û tevî şara li serê min wêne girtin.”