
Mamosteyên gundên Ît Wêran, Belek û Aslanko pêşengeha mîrateya çanda Kurdî vekir û ev pêşangeh wê îro jî vekirî bimîne.
Mamosteyên gundên Ît Wêran û Belek û Aslanko yên li başûrê Kobanê ev pêşengeha kardestên ji mîrateya çanda Kurdî vekir. Li pêşangehê tabloyên hunerî, wêneyên kevn, xezef, cizwe û qedehên qehwêyê yên ji axê û sewîl û cêrên xelkê deverê çêkirî di pêşangehê de nîşan dan.
Di pêşangeha li gundê Ît Wêranê de bi dehan şêniyên her sê gundan û şagirtên dibistanên wan amade bûn. Xemla pêşangehê kofî û cilûbergên jinên Kobanê bûn. Mamoste Derwîş Kereu li pêşangehê peyivî û got; ʺDivê mamoste neslê nû perwerde bike û bibe bingehê pêşketina civakan.ʺ
Koma Şehîd Xabûr a gundê Bîr Reş li ser çareserkirina kêmasiyên di xwendine de şanoyek pêşkêş kirin. Şagirtan jî helbestên xwe yên li ser Rojava û koçberiyê xwendin û di dawiyê de li ser awazên gelêrî yên herêma Kobanê govend hat gerandin. Pêşangeh îro bi dawî dibe.
KOBANÊ