Li  Zanîngeha Silêmaniyê, Şêwekar Osman Ehmed pêşangehekî taybet têkildarî enfalê vekir. Şêwekar Osman Ehmed diyar kir ku karê wî hemû li ser enfalê ye û got; “Ev karê min hemû behsa enfalê dike û jenosîdên gelê Kurd dike. Min heya niha li Ewropa 15 caran hunerê xwe pêşkêş kiriye. Niha dixwazin bi rengekî berdewam li Hola Beşê Kurdolojî ya Zanîngeha Silêmaniyê nîşan bidim.”Şêwekar Osman Ehmed di berdewama axaftina xwe de wiha anî ziman; “Min ev berhemên xwe zêdetir bi rengê reş û spî çêkirine. Ji bo karasat hîn zêdetir diyar bibe. Êş û azarên enfalê nîşan bikim. Karê min li ser enfalê bûn, ji ber ku min di nava jenosîdan de jiyan kiriye. Min bi çavê xwe dîtiye. Ji bo ez li nivşê nû agadar bikim van tabloyan çêdikim.”


DANA OMER / ROW NEWS / SILÊMANÎ