‘Pêşangeha herî mezin dilê gel e’

  • Mehmet Şirin Gumuş yê 29 sal in girtî ye, “Ya rast ji bo min pêşangeha herî mezin, xweşik û delal, temaşexana herî biqedir, nirxdar û pîrozwer jî dilê gelê min e. Di vê maneyê de ez dibêjim qey pêşangeha herî mezin min di dilê gelê xwe de vekiriye.”
Mehmet Şirin Gümüş

ZERYA DELÎL

 

Li zindanan heya niha di warê çandî, hunerî û zanyarî de gelek xebat pêk hatine. Nexasim di hêla wêjeyê de berhemên baş derketine. Ev berhem derfeta ku li derva jî xwînerên xwe bibînin bidest xistine. Lê dîsa jî di warê rewşenbîrî de kêmasiyek heye û ji bo ev kêmasî ji holê rabe hewldanek jî heye. Tevî vê yekê li zindanan di hêla hunerên bedew û muzîkê de weke wêjêyê derfet çênebûne. Di vî warî de şert û merc girantir in lê li gel van şert û mercan jî hin hevalên li hepsê bi şêwekariyê re mijûl in. Mehmet Şirin Gumuş yek ji wan e. Şêwekarê ku ev 29 sal in dîl e derbarê xebatên xwe yên li hepsê de axivî û nihêrînên xwe yên li ser şêwekariyê anî ziman. 

Em ji şêwekariya we dest pê bikin. We çawa dest bi şêwekariyê kir?

Di serî de ez vê bibêjim; min dibistana seretayî -ya dewleta Tirk- li gundê Xirbê Şêx Mehmûd yê Mehserta Mêrdînê xwend. Jixwe min ji wê û şûnde jî nexwend. Tê bîra min wê çaxê jî dersa min, ya wêne pir baş dihat hesibandin. Lê min çawa dibistana seretayî qedand, hê di temenê xwe yê zarok de ji bo xebatê min berê xwe da Îzmîrê. Li vir qehwexaneya xizmekî me hebû. Hin caran ez diçûm rûdiniştim, min li ser lênûskan bi reşqelemê ji xwe re wêne çêdikirin. Ez dixwazim bibêjim ku piştî qedandina dibistanê û hatina Îzmîrê, wêne û behremendiya min, ya di vî warî de li dibistana seretayî man. Sal derbas bûn, ez mezin bûm. Peywirên welatparêziyê mîna tîrêjên rojê wek yê hemû Kurdên welatevîndar xwe berdan ser dil û mêjiyê min jî. Di encamê de di sala 1993'yan de ez dîl ketim û heya îro jî ez di girtîgehê de me. Belê, piştî êşkenceya bi rojan ez û kurê meta min anîn radestî kargêriya girtîgehê kirin. Êşkencekarên me dema xwe amade kir ku vegerin bi niyeta xatirxwestinê destê xwe dirêjî me kirin. Me destê xwe neda wan. Ev helwêsta me pirr li zora wan çûbû. Diranên xwe diqiriçandin lê ji vira û pê ve nema dikaribûn tiştekî bikin. Yekî ji wan xwe negirt, got; "Nexwe wilo ha!" Me jî got; "Erê wilo! Ma ne bi roja ne hûn bi wan destan êşkence li me dikin." Wan jî bi awayek îronîk ji me ra gotin "Herin, herin. Hûn diçin Akademiya Mazlûm Doxan. Herin bila we perwerde bikin, mêjiyê we bişon." Wê çaxê kurê meta min jî ji wan re got "Îşê we pê nîn e" û me berê xwe da qawişê. Min jî di wê xulekê de xwe bi xwe sond xwar û soz da û got; "Teqez ez ê mîna îro nemînim. Tenê ji bo van gotin û helwesta vana jî mabe pêwiste ez xwe perwerde bikim û di hin mijaran de bi ser bikevim." Ez bi van hestan ketibûm girtîgehê. Me di girtîgehê de amadehiya pîrozbahiya Newroza sala 1994’an dikir. Wê çaxê hevalekî wêneyê hevalê Mazlûm Doxan çêkiribû. Min çawa ev xebata hêja dît, bala min kişand û pê re jî salên min yên dibistana seretayî û serkeftîbûyîna min ya di çêkirina wêneyan de hat bîra min. Paşê min alîkarî ji wî hevalî xwest. Hin agahî dan min û min dest bi xebata wêne kir. Fikr û ramanên Rêber Abdullah Ocalan yên di vî warî de jî pêşiya min vekirin. Ev bîst û neh sal in jî hema hema bênavber ez hewl didim ku di vî warî de asta behre û zanîna xwe xurt û bilindtir bikim û bi pêş bixim. Ya rast her ku mirov hîn dibe, armanca mirov jî mezintir dibe.

Di nav van 29 salên li hepsê de te bênavber vî karî domand. Ev hêz û eşqa te ya şêwekariyê ji ku tê, tu vê yekê çawa rave dikî?

Belê, ev bîst û neh sal in ez di girtîgehê de me û ev bîst û neh sal in bi eşq wêne çêdikim. Ya rast hin demên ku ez ji wêne çêkirinê sar bûm jî çêbûn. Min xwest ez dev jê berdim jî, lê wêne dev ji min berneda. Helbet sedemên vê hene; him yên dev jê berdanê, hem yên dev jê bernedanê. Ji ber şert û mercên ku mirov nikare li gorî xwesteka xwe bixebite, ango derfet li gorî dilê mirov çênabin. Mirov aciz dibe û dixwaze dev jê berde. Lê belê ji aliyê din ve jî peywir û berpirsyariya li hember gel û welat heye. Wek mînak; xwesteka çêkirina wêneyê Siyabend û Xecê, Mem û Zîn, Dewrêş û Edûl, belkî dîmenên berxwedêrên Keleha Dimdimê, belkî jî wêneyê xeyal û xwestekên Rêber Ocalan çêkirin û gihîştina asta pêkanîna van û gihîştina vê şerefê. Bi ya min çavkaniya vê eşqê, xeyal û xwesteka gihîştina vê hedef û armancê ye. Ji bo vê jî ev bîst û neh sal in rexmî hemû şert û mercên ne baş ez li ber xwe didim û hewl didim biafirînim. 

 

Mirov dikare berhemên hunerî weke qeydên binehişiya civakê jî binav bike. Di vê çarçoveyê de hûn hunerê çawa pênase dikin û ji bo çi wêne?

Di serî de ez dikarim vê bibêjim; xebatên min yên wêjeyî jî yên wek çîrok, bîranîn û hwd. hene û ez niha jî van xebatên xwe yên nivîskî didomînim. Lê şêwekarî karê min yê sereke ye. Lewre di vê qadê de behreyên xwezayî hene. Bêguman, ez dikarim bibêjim ku ev ji genên rehmetiya dayika min tê. Lewre tevî ku dayika min qet dibistan nexwendibû jî li gund wêne çêdikir. Dîsa birayê min yê ji min mezintir jî wêneyên pirr xweşik çêdikirin. Wek ku min berê jî gotibû; min ji hê di temenê xwe yê piçûk de wêne çêdikir. Lê bêsiûdiya me zarokên Kurdan yek jê jî ev e ku mixabin hîndekarên me di heman demê de dagirkerên me ne jî. Behreyên me hê di temenê me yê piçûk de ya nabînin ya jî ji nedîtî ve tên. Me di ser behreyên me re beralî dikin. Va jî me di dewla aşê bişaftinê re derbas dikin. Îcar bextreşiya me Kurdan yek jê jî ev e ku dîroka me ji aliyê neyar û dagirkerên me ve hatiye nivîsandin. Hişmendî û şiûra me hatiye berovajîkirin. Heger ku me dîroka xwe, bi xwe xistibûna bin qeyd û belgeyan, ango me bi xwe dîroka xwe nivîsandibûna, teqez wê çarenûsa me jî cuda bûna. Dîrok ne tenê bi nivîsê tê nivîsandin. Ji bo pirsa "çima wêne?" mirov bi kurtasî dikare vê bibêje; hemû beşên ziman, çand, wêje û hunerê di belgekirin û qeydkirina dîrokê de xwedî ristên pirr girîng û mezin in. Lê wêne beriya nivîsê heye, ango di destpêkê de amûra ragihandin û xweîfadekirinê ya ewil e jî. Dema mirov li encamên xebatên erdkolog, lêgerîner û lêkolîneran dinihêre mirov dibîne ku wêneyên li ser text û dîwarên şikeftan hatine çêkirin di pêşketina mirovahî û civakê de ristek pirr mezin lîstine. Di roja me de wêne hê jî girîngiya rista xwe diparêze. Wêne jî mîna hemû beşên hunerê di nivîsandin û qeydkirina dîrokê û binehişiya civakê de xwedî ristek pirr girîng û mezin e.

Di xebatên we de temaya serwer jin û zarok in. Çima jin û zarok? 

Belê, rast e. Di xebatên min de temaya serwer jin û zarok in. Wekî pêvek ez dikarim vê bibêjim; êş û xem, hejarî, neçarî û lewaziya jinê û zarokan pirr bala min dikişîne û bandorek mezin li ser min dike. Ya rast min bi xwe jî piştî salên dirêj ferq kir ku herî zêde wêneyên dayik û zarokan bala min kişandine. Dîsa mîna ku bala we jî kişandiye û we pirs kir, vê mijarê bala gelek heval, dost û nasan, heta ji nava personelên girtîgehê jî bala gelek kesan kişandiye. Lewre ez gelek caran bi vê pirsê re rû bi rû mame û li ser vê min jî ev pirs ji xwe kiriye. Gelo dibe ku ez di êşên dayika xwe de, êşên jinê yên pênc hezar salan, di hêjariya zarokatiya xwe de, hejartiya bi taybetî zarokên gelê xwe, û bi gelemperî jî zarokên gelên bindest dibînim. Gelo rondika ku hema hema di her wêneyê min de dixuye, rondika çavê dayika min ya dilovan û dilkovan e? An jî rondika di çavên zarokatiya min de ye? An jî kombûyîna rondikên çavên hemû zarokên di nava lapûşkên şert û mercên dilguvêş de ye. Gelo kîjan ji vana ye? Belkî jî, ji ber ku ez bi xwe jî ewladê gelekî dilbiêş im. Dema mirov mîna kesek di îdeaya şoreşgeriyê de û li hember pirsgirêkên gel û welatê xwe hestiyar li rewşa civakê dinêre vana dibîne. Ev jî xwe herî zêde di kesayeta jin û zarokan de dide der. Teysa xwe dide rûyê dayik û zarokan. Ez bi xwe dibêjim di vira de tişta ku bala min dikişîne û xwesteka xêzkirina van tiştan bi min re çêdike ev e. Hunermend û stranbêjê hêja yê dengxweş û zar şêrîn, di bernameyek Özgür TV de digot "Ji min re dibêjin tu hinekî arabeskvarî dixwînî. Ez çawa bikim heyran, ji dilê min wilo tê." Îcar ez jî dikarim heman tiştî bibêjim; welleh wilo ji dilê min tê heyran. 

Heta niha hûn tevlî pêşangehên têkel jî bûne. Gelo ji bo pêşangeheke solo tu xebatên we hene?

Rast e, çend caran ez tevlî pêşangehên têkel jî bûme. Lê belê heya îro xebatên min tu caran di asta pêşangehek takekesî de negihîştine ser hev, kom nebûne. Ji bo vê hin caran bi piranî jî li ser daxwaza dost û hevalan hewldanên min çêbûn. Lê belê min kir û nekir ez negihîştim vê hedefa xwe. Lewre ji aliyekî ve şert û mercên girtîgehê pirr zêde rê nadin vê, ji aliyekî din ve jî dilê min. Dilê min rê nadê, lewre her tim ji min re dibêje "ji bo te tiştê sereke daxwazên hevalên te, sazî û malbatên me yên welatparêz û cefakar in." Ya rast ji bo min pêşangeha herî mezin, xweşik û delal, temaşexana herî biqedir, nirxdar û pîrozwer jî dilê gelê min e. Di vê maneyê de ez dibêjim qey pêşangeha herî mezin min di dilê gelê xwe de vekiriye. Lewre ligel beşên wêne yên din ez bi gelemperî portre çêdikim. Ez bi dilrehetî dikarim bibêjim ku li gelek malên mirovên binamûs û şeref, li quncikên herî biqîmet ji wan wêneyan hene û bi rengên kesk, sor û zer hatine xemilandin. Ji ber vê jî ez pirr dilşad im. 

Ji derveyî pirsên me tiştekî ku hûn bixwazin bibêjin heye gelo?

Herî dawî ez dixwazim vê bibêjim. Pênç-şeş sal berê hevpeyvînek me çêbibû. Piştî wê hevpeyvînê gelek dost û hevalan yên ku raste rast û yên di ser malbatê re xwe gihandin min û hestên xwe yên torîn bi min re parve kirin çêbûn. Lê mixabin ji ber şert û mercên girtîgehê derfet çênebûn ku ez wan birbersivînim. Ez dixwazim bi riya we di serî de malbata Tanhan û hevalê Ramazan Çakmak ê Farqînî, ji hemû dost û hevalan re silav, rêz û hezkirinên xwe dişînim. 

paylaş

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Tüm Hakları Saklıdır.