Bi armanca pênasekirina berxwedanên her çar parçeyên Kurdistanê Yekîtiya Ragihandina Azad pêr li Navenda Mihemed Şêxo ya Çand û Hunerê ya bajarê Qamişlo pêşnageheke fotografîk di bin navê “Ji Sinê heta Kobanê” de lidar xist. Pêşangeh di roja xwe ya duyemîn û dawî de berdewam dike.
Li gorî komîteya Amadekar a pêşangehê 77 tabloyên ku berxwedana her çar parçeyên Kurdistanê vedibêjin hatin pêşandan. Di pêşangehê de her wiha 5 wêneyên rojnamegerên ku rastiya berxwedanê eşkere dikirin, jiyana xwe ji dest dane, hatibûn daliqandin.

Pêşangeh bi tevlîbûna dehan welatî, wênekêş, akademesyen, rewşenbîr, hunermend û rojnamevanan dest pê kir.

Mêhvanan diyar kirin ku ev gaveke girîg e di warê pêşketîn û piştevaniya wênekêşî û rojnamegeriya Kurd de, her wiha gotin ku van wêneyên hatine pêşandan girêdan û yekbûyîna her çar parçeyên Kurdistanê û berxwedaniya dîrokî ya gelê Kurd nîşan dide.


 ANHA