DANA OMER / ROJNEWS / SILÊMANÎ


Çend jinên ciwan ên wênegir bi dirûşmeya ‘Ev der bi çavên wêneyên me’ pêşangeheke wêneyan vekir. 

Li Mûzexaneya bajarê Silêmaniyê ku dikeve ser Cadeya Salim pêşangeheke wênayan bi dirûşmeya ‘Ev der bi çavên wêneyên me’ ji bo çend jinên ciwan ên wênegir hate vekirin û doh di roja duyemîn de dewam kir.

Yek ji jinên ciwan ên bi wêneyên xwe tevlî pêşangehê bûyî, Dêrê Sedîq got; “Armanca me ya bi vê pêşangehê, nîşandana hêza jinan a di nava civakê de bi rêya wêneyan e. Ez bi 5 wêneyan beşdar bûme. Ev jî li ser çanda Kurdî ne. Ew jî li ser germava Mûftî ye ku jinek ebajarê Silêmanî ya bi navê Amîne bi salane bi rê ve dibe.”

Lona Mihemed ku ew jî li pêşengehê bû, diyar kir ku armanca wê ya beşdariya pêşangehê, ew e ku  bide nîşandan ka zehmetiyên ku jin di nava civakê de bi wan re rû bi rû dibin, çi ne.