PERVÎN YERLÎKAYA / STUTTGART
Çarşema bihurê êvarê, pêşangeha wêneyan a Jinwar li Stuttgart Theater Rampeyê deriyê xwe li xelkê vekirin. Pêşangeh wê du hefteyan vekirî bimîne. Di pêşangehê de li ser damezrandina gundê jinan Jinwarê li Rojavayê Kurdistanê, li ser çêkirina xaniyan, danîna baxçeyan, Akademiya Jineolojiyê, bi hev re çêkirina xwarinê, tirşa firengiyan, li ser gelek pêvajoyên hilberînê, meydanên jiyana civakî wêne tên nîşandan.
Navenda Civaka Demokratîk a Kurd a Stuttgart e.V., Interventionistiche Linke Stuttgart (IL), Weqfa Rosa Luxemburg û Şanoya Rampe (Stuttgart Theater Rampe) bi hevkarî ev pêşangeh organîze kirine.
Rêveberên şanoyê pêşwazî li mêvanan kir û bi konferanseke kurt, Marlene Förster jî pêşangeh vekir. Marlene Förster behsa dema xwe ya li Jinwarê kir û li ser fikra sereke ya gundê jinan peyivî.
Mestereya Konfederalîzma Demokratîk e
Marlena Förster got beriya bi 2 salan ji bo salekê ew li Rojava , li Jinwarê maye û paşê jî bi wêneyan behsa Jinwarê kir; “Gundê Jinwar, gundekî jinan e ku ji bo ku jin jiyan û civakeke azad biafirînin, weka cara pêşî hatiye çêkirin. Bi pêşiya xaniyan ve ji bo xêr û bextê xweş ji tovên weke morîkan, xemla hermelan hat daliqandin. Ji bo ku li gorî avhewaya wir bû, jinan ji kerpîçê xaniyê xwe çêkirin. Di nava 2 salan de jinan karî jiyana xwe li gundê Jinwarê ava bikin. Ev bûyereke gelekî girîng e. Jinên ji çandên cihê xanî, baxçe, firnên xwe bi hev re ava kirin, çêkirin. Ji bo ku baştir ji hev fêm bikin, dersên Kurdî û Erebî hatin dayîn. Akademiya jineolojiyê vekirin û armanca wan ew e ku jin bi nasnameya xwe ya bi rastî bîn cem hev. Li vê dibistanê jin û zarok bi hev re perwerde dibin. Wekî dawî jî ez bibêjim, gundê Jinwar mînaka herî darîçav a Konfederalîzma Demokratîk e ku li rojava tê avakirin.”
Kî hez bike bixwaze vê pêşangehê bibîne, dikare heta 5´ê Hezîranê biçe û lê bigere.