Li bajarê Başûrê Kurdistanê, Silêmaniyê pêşengeheke karê destan hat vekirin. Di pêşengehê de 25 ciwanên bajarên Rojhilatê Kurdistanê û Îranê bi karên xwe yên destan tevlî pêşangehê bûn.

Li Macidî Mol a li bajarê Silêmaniyê pêşangehek karê destên 25 ciwanên bajarên Rojhilatê Kurdistan û Îranê hate nîşandan. Di pêşangehê de karên destan yên kel û pêlên nava malê, amûrên mûzîkê û gelek karên din hat nîşandan.

Berpirsyara pêşangehê Seher Eta li ser armanca pêşangehê got, “Em dixwazin karên destan bi xelkê vir bidin nasandin û bikarin bi xelkê herêmê re bibin alîkar.”

Pêşangeh 10 rojan wê vekirîbe û tê payîn ku li bajarê Kerkûk û Hewlêrê jî paşê bê nîşandan.

 

ROJNEWS / SILÊMANÎ