Li Silêmaniyê îro pêşangeha pirtûkan a navneteweyî destpê dike. Zêdetirî 180 weşanxane û pirtûkxane beşdarî wê dibin. Di nava van de yên biyanî jî hene nexasim weşangerên Ereb.
Pêşangeha di roja avabûna Silêmaniyê de yanî 14’ê Mijdarê dest pê dike û wê heta 23’ê Mijdarê jî dewam bike. Sibehan saet 10.00’an destpê bike û heta saet 19.00’an dewam bike. Welatên Tunis, Erebistana Siûdî, Îmarat, Sûdan, Urdin, Iraq, Îran, Tirkiye û Pirtûkxaneya Giştî ya Kurdistanê beşdarî pêşangehê dibin.
ROJNEWS/SILÊMANÎ