NECLA DEMIR / MA / STENBOL

 

Şêwekara Îranî, Parya Ghaderî (Qaderî) li Stenbolê bi xêzkirina wêneyên jinan pêşangeha bi navê “Face of Fiction (Rûyê Xeyalê)” vekir û got “Her jina li pêşangehê digere, tiştekî ji xwe, tê de dibîne.”

Şêwekara Îranî Parya Ghaderî li Pasaja Galeriya Moda ya li navçeya Kadikoya Stenbolê bi navê “Face of Fiction (Rûyê Xeyalê)” a di 3’ê Cotmehê de vebû û heta 20’ê Cotmehê dê dewam bike. Ghaderî der barê pêşangeha xwe de axivî û got, pêşangeha wê ji 17 berheman pêk tê.

Xêzên li ser jibûn û zilamtiyê

Ghaderî anî ziman ku li Îranê xêzkirina jinên sernegirtî qedexe ye û piştî ew rûyê jinên Îranê dihone pişt re xêz dike û bi wêneyan balê dikişîne ser rola jinbûn û zilamtiyê. Ghaderî got, ew ji ber qedexeyên li welatê xwe reviyaye hatiye Tirkiyeyê û wêneyên wê ew xêz kirine jî hesteke din lê bar dike.

 

Parçeyek ji her jinê 

Ghaderî diyar kir ku elaqeya wê li hemberî wêneyan ji zarokatiya wê ve tê û îro jî bûye şêwekar. Ghaderî da zanîn ku ew li Îranê nikare bi azadî hunerê xwe pêk bîne û ew hîsên mirovan bi wêneyan radigihîne temaşevanan. Ghaderî anî ziman ku her jineke ku li pêşengeha wê digere, tiştekî ji xwe di wêneyan de dibîne.