Li Silêmaniyê, bi rasthatina roja şehîdên Yekîtî Nîştîmanî Kurdistanê (YNK), wêneyên 700 şehîdên şerê li dijî DAIŞ’ê hatin nîşandan.
Doh bi boneya roja şehîdên YNK’ê li hola muzexaneya bajarê Silêmaniyê, pêşmergeyên ser bi YNK’ê, pêşangeheke wêneyan ji bo şehîdên şerê li dijî DAIŞ’ê vekir.
Gelek welatî, berpirsên YNK’ê û malbatên şehîdan di pêşengeha şehîdan de amade bûn û wêneyên 700 şehîdên şerê li dijî DAIŞ’ê hatin nîşandan. Malbatên şehîdan di dema pêşangehê de hestyar bûn. Dema ku malbatan li wêneyên zarokên xwe dinihêrî, diyar dibû ku hîna xemgîniya li ser dilê wan û birîna wan nû ye.
SILÊMANÎ