Çalakvanên civaka sivîl li Japonyayê pêşangeheke wêne û tabloyên şêwekariyê li paytext Tokyoyê vekir. Di tabloyan de komkujiyên ku dewleta Tirk kirine, diyar dibin.

Pêşangeh duşema bihurî hat vekirin û  çav li rê ye ku heta 29`ê Adarê jî vekirî be li xelkê.

Di pêşangehê de tabloyên rojnamevan û şêwekara Kurd Zehra Dogan û fotografên Refîk Tekîn hatin nîşandan.

Rojnamevan û şêwekara Kurd ji aliyê dewleta Tirk ve li Mêrdînê di 23`yê Tîrmeha 2016`an de, ji ber tabloyên xwe yên hunerî ku tê de hovîtiya artêşa Tirk li Nisêbînê xêz kiribû, hate  girtin û cezayê hepsê yê 2 sal, 9 meh û 22 rojan lê hat birrîn. Ew 9`ê Çileyê bihurî hate berdan.

Di pêşangehê de cil û bergên Kurdî û ferhenga japonî- kurdî jî tê pêşandan.

 

ANHA / TOKYO