Bi beşdarbûna 6 şagirtên derçûyî, yekemîn pêşangeha hunerê kolajê, li Qamişlo li dar ket û tê de 24 tablo hatin nîşandan. Pisporên hunerê şêwekariyê bi giringî vê pêşangehê dinirxînin û dibînin ku hebûna zêde cûreyên hunerî, zengîniyê dixe nava raman û çandê.

Hunermendan mijarên girêdayî rewşa Sûriyê û qurbaniyên şer di tabloyên xwe de neqişandin, ku hunera kolajê li gorî wan derfetê bêhtir dide dahênana hunermend ku ramanên xwe bi zelalî bineqişînin.

Projeya kolajê ji aliyê akademiya Yekta Herekol ve hate birêvebirin ku di encama wê de 6 şagirt jê derçûn, û weku xelata derçûnê pêşangehek ji wan re hate lidarxistin. Li gorî pisporên li pêşangehê geriyan, hunerê kolajê tevî ku girîng e jî li deverê kêm belav bûye. Dîsa li gorî wan, asta berhemên şagirtên derçûyî, nîşaneke hêviyê dide belavbûna vî hunerî.

Di çend salên dawî de guhdana bi hunerê şêwekariyê li Rojavayê Kurdistanê, zêde bûye, di gel zêdebûna şêwekaran jî cûreyên nû têne bikaranîn. Lê li gorî hin pisporan tinebûna peymangehên taybet û rexnegeriya akademîk, asta hunerî jî sînordar dimîne.

­­

QAMIŞLO