Koma Jinên ciwan ên Germiyanê pêr 3. pêşangeha bi navê Yaranî Mêxek (qeranfîl) vekirin. Di pêşangehê de berhemên ku bi destan hatî çêkirin nîşan dan. 

Pêşangeha ku li salona Rewşenbîrî ya Kelarê de çêbû heta derengiya şevê dewam kir. Endama Koma Keçên Germiyanê Efrac Îbrahîm a bi çend berheman beşdarî pêşangehê bûyî di derbarê xebatên xwe û pêşangehê de wiha axivî: “Ez bi çend berheman beşdarî pêşangehê bûme. Ez ji hemû jinan re dibêjim lê belê bi taybetî ji jinên kêmendam dixwazim ku derfetek ji bo xwe bidin çêkirin û kar û berhemên xwe bidin nîşandan.”

Berpirsyara Grûpa Keçên Germiyanê Emîre Ezîz jî wiha peyivî: “Ev 3’emîn pêşangeha Grûpa Keçên Germiyanê ye. Armanca me bi vekirina vê pêşangehê ewe ku jin bikarin berhem û tecrûbeyên xwe bidin nîşandan.” 


 GERMIYAN